Kongra Star a Efrînê qetilkirina Safiya Feyrûzî şermezar kir

Kongreya Strar a herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetilkirina jinek Afganî bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Şehba- Li Afganistanê îro tevgera Talîban jinek Afganî ya bi navê Safiya Feyrûzî bi rêyê recmkirinê qetilkir bi îdiya ku ew jin pîşeya pîlot dike ev bûyer li pêşiya hemû dunyayê hate kirin lê mixabin bêdengî jî hîn didome. Ruxmî ku dema tevgera Talîban Afganistan xist bin kantrola xwe soz da jinên Afganî ku bi azadî tev bigerin û mafên xwe ya rawe bi dest bixin jî dîsa kiryarên dij mirovî di derheqê jinan de pêk tîn e û nerastiya sozdayîna wî derdikeve pêş. Rêxistian Kongreya Star a herêam Efrîn daxuyanî ji bo şermezarkirina qetilkirina Safiya Feyrûzî li pêşiya navenda xwe ya navçeya Ehdas a kantona Şehbayê, dan. Di daxuyaniyê de endamên Kongreya Star bi hildana alên Kongreya Star amade bûn.
"Rastiya Talîban derket holê"
Daxuyaniya ku ji aliyê Rêvebera Desteya jin a herêmê Zelox Reşîd ve hatiya xwendin wiha hat dest nşşan kir: "Rojane kiryarên DAIŞ'î ango tondraw di der barê jinên Rojhilata Navîn zêde dibe û bi awayî herî dijwar li Sûriyê, Îraq, Lîbiya û welatên Rojhilata Navîn ên dîtir tên meşandin. Di vê demê dawî de tevgera Talîban a cîhadî hemû deverên Afganistanê xistin bin kantrola xwe û bi rêya sozdayînên ne rast bi taybet ji jinan re ku dest navêje jinan, hebûna xwe rawe kir, lê niyetên wan ên veşartî diyar bû. Îro jî rastiya tevgera Talîbanî û fikirê wê yê tarî li ser jinê di bûyera hov a qetilkirina jina Afganî ya bi navê Safiya Feyrûzî de ya ku di hêzê Afganî de wek Pîlot dixebitî, derket holê."
"Piştgiriya jinên herêmê pê kirin"
Bi bang kirina li rêxistinên cîhanî ku ji bêdengiyên xwe derkevin û wiha daxuyanî bi dawî bû: "Em Rêxistina Kongreya Star a herêam Efrînê kiryara hov a di derheqê Safiya Fêrûzî de şermezar dikin. Ev kiryar binpêkirinên di der heqê jinên cîhanî giştî de ye, jiyan û rûmeta jinên rojhilata Navîn hedef digire. Em tekez dikin ku em ê bi îsrar û îradeya xwe li hember hemû tevgerên selefî yên ku hebûna jinan armmanc digire, bisekinin û em ê piştgiriya jinên afganî bikin ta ku bighêjin azadî û mafên xwe yên rawe. Ji bo vê em banga hemû rêxistinên hiquqî, rêxistinên jin ên cîhanî û hemû tevgerên jinan dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û dawî li hemû kiryarên ku jinan hedef diigire, bînin. Her wiha em bang li komîta lêpirsîna navdewletê dikin ku piştgiriyê bide gelê herêmê û jinan bi taybet."
"Em li kêlek jina Afganî ne û piştevaniya wan dikin"
Cîgira Desteya Jin a herêam Efrîn Emîna Mela Hesen bûyera ku li Afganistanê di der heqê Safiya Feyrûzî de pêk hatiye şermezar kir û wiha vegot: "Em bûyera ku li Afganistanê di derheqê jin de pêk hatiye bi destê tevgera Talîbanê, şermezar dikin. Safiya hêza jinên Afganê temsîl dikir ku wek jin cihê xwe di pîlot de digirt. Di qetilkirina Safiya de nerastiya sozên Talîbanê derket pêş, dema ku bi rêya recmkirinê ew qetilkir. Tê xuyakirina jina ku zane û xwendevan ji aliyê mêrên desthiladar ve tên hedef girtin yek jê Safiya Feyrûzî ye. Em rêxistinên jin ên herêma Efrînê bi taybet li kêlek jinên Afganî disekinin û piştevaniya wan dikin." 
Daxuaynî bi diruşmeya "Na ji kuştinê jinê re" bi dawî bû.