Konfransa Meclisa Jinê ya Edaleta Civakî bi pêşinyar û biryaran dawî bû

3’emîn konfransa Meclisa Jinê ya Edaleta Civakî ku li Bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin, bi pêşinyar, encam û biryarên girîng hat bidawîkirin.

Qamişlo - Konfransa Meclisa Jinê ya Edaleta Civakî ku 19’ê Mijdarê li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatî lidarxistin ji bo nîqaşkirina kar û xebatên jin ên 3 salan di warê edaletê de, bi nerîn û biryarên girîn bi dawî bû. Derbarê nerîn, encam û biryarên ku hatin girtin de Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî Aynûr Zeyd Başa axivî.
Aynûr mijarên ku di konferansê de bal hat kişadina ser û sedemên wê nirxand û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Gelek biryarên ku di konfransa 2’yemîn a di sala 2019’dn de hatin lidarxistin lê belê hinek ji wan jî bi cih nehatin û sedema wê jî ji ber rewşa şer a ku herêmên me tê re derbas dibin û derengbûna lidarxistina konfransa 3’yemîn bû. Dagirkiriya dewleta Tirk li ser hinek herêmên me rê li pêşiya koçberiyê vekir û hejmareke mezin ji gelek herêman hatin koçberkirin ku zêdeyî taqeta Rêveberiya Xweser bû û ev yek rê li ber gelek pirsgirêkan vekir. Taybetî jinan hem di kampan de hem di civakê de di heman demê de şerekî taybet li ser gel didin meşandin bandora van hemûyan li ser civakê û tayîbetî jî jinan dike. Rewşa jinan di kampan de pir xirab e û kesên ku di wan kampan de îro êşa xwe dan zelalakirin û dan xuyakirin ku rewşa aborî ya zehmet û feqîrî jinan neçar dihêle ku berê xwe bidin rêkên şaş. Her wiha belgeyên 3 salan ên pirjinî, zewaca temen biçûk, xwekuştin û hewildanên xwekuştinê hatin xwendin. Di heman demê de mijara tundiya li ser jinê bi hemû rengên xwe hat nîqaşkirin. Bê guman mijara bal hat kişandina ser madeyên hişbir jî. Ji ber ku dijminê me dixwaze xirabiyê bixe nav gelê me bi riya van madeyan û wan bi rengekî hêdî wan bukuje û bi taybet zarokên di kampan de. Bi giştî mijarên girîng ên ku hatin nîqaşkirin û bal hat kişandina ser bi vî rengî bûn û nêrînên jinan ji bo çareserkirina van hemû pirsgirêkan hat stendin.”
Biryar û encamên konferansê bi vî rengî bûn: 
- Li kampa Waşokanî kampanyayeke hişyariya derbarê pirzewacî, zewaca temenê biçûk, nasandina madeyên hişber, bandor û ziyana wan li ser ciwanan û giştî civakê.
- Avakirina malperek li ser malperên tora civakî bi taybet ji bo Meclisa Jinê ya Edaleta Civakî ji bo ronîkirina karê saziyên dadweriyê û tawanên li dijî jinan.
- Avakirina platformeke jinan ku hemû jinan di nava sazî û rêxistinên jinan ên ku li hemberî tundiya li ser jinê têdikoşin û rêyên têkoşîna li dijî zêdebûna vê diyardeyê di civaka me de.
- Xebat ji bo zêdekirina navendên demkî ji bo ewlekirina parastin û sitarkirina jinên li Herêma Cezîrê bi koordîneya rêveberiya jinê û koordînasyona jinan a Herêma Cezîrê.
- Hewldan ji bo destxistina sîgorta tenduristiyê ji bo endamên saziyên dadweriyê, di nav de ofîsên dadweriyê, Dûra Jin, û komîteyên lihevanînê jî heyî.
- Kar ji bo avakirina projeyên aborî ji bo bihêzkirina jinan di Dûra Jinan de û komîteyên lihevhatinê ji bo bidestxistina serxwebûna aborî ji bo jinên ku di wan saziyan de kar dikin.
- Berdewamkirina kursên perwerdehiya taybet ji bo mêran di saziyên dadê de li ser guhertina zihniyeta mêran.
- Ji bo qanûnên têkildarî jinan, şîdeta bi her şêweyî û peymanên navneteweyî yên têkildarî jinan xebatên atolyeyan werin berdewamkirin.
- Xebat ji bo avakirina komîteyek ji bo amadekirina pêşnûmeya qanûna medenî ya bi rengê jinê.
- Ji bo dayikên di saziyên edaletê de dixebitin ji ber zehmetiya tevlîbûna kursên girtî vekirina dewreyên perwerdeyê yên vekirî.