Konfransa li ser parêznameyên Abdullah Ocalan bi dawî bû

Konfransa parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji danê sibehê li kantona Firatê dewam kir, bi encamnameyeke girîng bi dawî bû.

Kobanê - Yekemîn konfransa "Bi xwendin, famkirin û pêkanîna parêznameyan em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin" ku li ser parêznameyên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Komîteya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û Akademiya Civakên Demokratîk ve hat birêxistin kirin, piştî nirxandinên dewlemend bi dawî bû.

Konfransa ku bi beşdarbûna 350 xwînerên parêznameyên Ocalan, siyasetmedar, hiqûqnas, bijîşk, aktîvîstên mafê jin, civak û jîngehê li ser beşên pergala Îmraliyê, Xweseriya Demokratîk-Netewa Demokratîk, hevjiyana azad-Jineolojî û Ekolojîk pêş ket, di nav de gelek nêrîn û biryar pêş ketin.

Konfrans bi vê encamnameyê bi dawî bû;

Ev konferansên wiha gelekî girîng in ku dikarin bi nîqaşên wiha  rê li ber pergaleke aştiyane li Rojhila Navîn veke.  Ev nexweşiyên wiha yên pirsgirêka aloz bi gelek date û xwendinan hatine tekezkirin, lê gelo em ê vê yekê çawa çareser û derman bikin? Heya kengî dê ev pirsgirêk û kawos li Rojhilata Navîn dewam bike? Ji ber wê yekê em dikarin bêjin ku paradîgmaya Rêber Ocelan paragîgmaya jiyaneke siyasî, civakî û çandî ye. Ji ber hingê mînaka wê li ber çavan li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ye, ku îro çavên hemû dunyayê lê ye. lewma jî nîqaşa netewa demokratîk bi rêya pejirandina hevdu, rêya çareserî û rêlibergirtina vê aloziyê ye. Di konferansê de li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ku di parêznameyan de bi pergal kiriye hat seknandin. Ev konferans ji 4 xelekan pêk hat.

Pergala îşkence ya li Îmraliyê

Di vê xala destpêkê de li ser sîstema Îmraliyê û tecrîda wê sînevizyonek hate pêşkêş kirin. Bi awayekî berfireh li ser hemû aliyên tecrîda li îmraliyê hate nirxandin û bal hat kişandin ku heta sîstema dunyayê ya tecrîdê neyê naskirin, wê sîstema îmraliyê neyê naskirin. CPT û gelek rêxistinên demokrat qaşo xwe weke sîstemeke demokrat berevaniya girtiyan dikin didin nîşandan, lê mixabin ku heta niha tiştek ne ji rêbertî re û ne jî ji kurdan re kirine. Ji aliyê fikrî ve fahma vê tecrîda li îmaraliyê hate nêrîn ku di şexsê serokatiyê de tecrîd bi serê miloyanan kesan tê meşandine. Îro ji encama bobelata ku li dunyayê tê kirin, ev tecrîdên wiha ku li ser kesayetên xwediyê projeyên azadiyê ne têne pêkanîn.

Xweserî û Netewa Demokratîk

Di parêznameya Rêber Apo de ku xweserî û netewa demokratîk xala bikêr a çareseriya li Rojhilata Navîn hatiye dîtin. Divê ku bi çavekî hûrbînî û dîtbarî li vê ferasetê were nêrîn û bi parêznameya serokatiyê di qada civakî de were nêrîn. Ji van nêrînên gel û komisyonan hate diyarkirin ji nava geremola aloziya dunyayê ku di nava wê de fetisiye, ancax rêya çareseriyê netewa demokratîk e ku hemû gel, netewe, ziman û ol xwe di nava wê yekê de bibînin û bi hev re xwe di nava sîwaneke demokratîk de jiyaneke aştiyene û demokrat bijîn.

Jineolojî û hevjiyana azad

Di derbarê vê mijarê de jî, bi awayekî berfireh li ser qada jinelojiyê, hevjiyana azad, zayendperestî û azadiya jinê hate vegotin. Bi çarçoveyeke berfireh li ser van her sê têgehan hate nirxandin heke pirsgirêkên civakî werin çareserkirin beriya her tiştî divê li binemayên vê têgehê were nêrîn ku ancax bi azadiya civakê pêkan e.

Jinolojî ku zanista jin û jiyanê ye. Divê ku ev zanist di nava hemû civakê de were belavkirin û xurtkirin, her wiha teoriya pozîtîvzmê ku ji  rastiya civakê hatiye qutkirin, pêwîste zanista jinê jî dakeve nava civakê da ku bikaribe pirsgirêka civakbûyînê çareser bike.   Ji bo hevjiyana azad weke girêdayî jiyanê di bingeha xwe de heta pirsgirêka di navbera jin û mêr de neyê fêmkirin, tu carî pirsgirêkên civakê nayên naskirin. Lewma divê ku hevjiyana azad ji nava malbatê de dest pê bike. Me çiqas pirsgirêkên malbatê fêm kirine, ewqas jî pirsgirêka civakî dikare were fêmkirin, ancax bi vê yekê em dikarin ber bi jiyaneke azad ve biçin. Cîhana heyî di aliyê têkêliyên zayendperestî de hatiye hûnandin, ji ber vê sedemê her roj jin tê kuştin û komkujî li ser jinê tê kirin, ji bo ku em rê li ber van kiryaran bigirin divê ku em xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de kûr bikin.

Ekolojî

Di vê beşa çaremîn û di ya dawiyê de jî, bi rêya komsiyonên amadekar re bi awayekî berfireh li ser mijara ekolojî, xweza û talana li kurdistanê tê kirin hate nîqaşkirin. Her wiha bi rêya hinek date û belgeyan li ser talana ku hem li dunyayê  hem jî li kurdistanê tê kirin hat nîqaşkirin û raberkirin, derket holê sîstema sermayedar ji bo berjewendiyên xwe yên kolonî û qirkirina civakî hemû rê û rêbazên şewitandina daristan, xweza û heta bi civakê jî hatiye kirin.

Ev konferans bi van çar xalan bi rêya nîqaşa bi endamên civakê yên ji hemû pêkhateyên jin, ciwan, rewşenbîr û akademisyenan re hate kirin û bi gelek nîqaşên wekî sinevizyon, danûstandin û sermîneran bi encameke diyarker derket holê ku dendika çareseriyê di hundirê projeya parêznameyên Rêber Apo de veşartiye.

Rêberê gelê kurd ku beriya 25 salan bi planeke bedbext a kompoloyeke navnetewî hate revandin û dîlgirtin. Ji encama wê yekê sîstemên navnetewî yên qirker di leza xwe ji holê rakirina fikreke azad hate berdewamkirin. Lewma jî mirov dikare sîstema cîhanê di ser sîstema qirker a îmraliyê re binirxîne. Ya rast buroya zagonî ya sedsalê eşkere kiriye ku em di serdemeke tecrîdê ya herî giran de ne ku ev nirxandin û tekezkirineke di cih de ye. Ji ber hingê bi rastî jî kesên bizanibin tecrîda li îmraliyê bixwînin, dikarin armancên dewleta tirk jî bixwînin. Bi gotineke dîtir gava em bixwazin rastî û siyaseta tirkiyayê fêm bikin, divê ku bi awayekî baş li sîstema qirker a îmaliyê binêrin. Rêber Apo di ferqa van pêvajoyan de gavên mezin ên berxwedanê avêt. Di hemû pêvajoyan de ji salên 1999an bigire û heta vê kêliyê jî Rêber Apo her di wê ferqê de ye û bi wê zanebûnê gavan diavêje. Encamên polîtîkayên desthiladariyê û modernîteya kapîtalîstê di bin tecrîdeke giran de ye. Ev tecrîd wek berdewamîya komploya navdewletî û her wiha bi armanca ji holê rakirina têkoşîna azadiya Kurdan tê meşandin. Ji ber vê yekê pergala Îmralîyê, bûye navenda modernîteya kapîtalîst ku bi vê pêngavê dixwaze modernîteya demokratîk ji holê rake.

Heta tecrîda giran li ser Rêber Apo ranebe û Rêber Apo fîzîkî azad nebe, pirsgireka kurd çareser nabe. Heta pirsgireka kurd jî çareser nebe, wê li Rojhilata Navîn aramî, aşîtî û azadî ne pêkan be. Yanî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, rêya çareserîya Rojhilata Navîn e. Li ser vî bingehî konferansa me bi encam û biryareke wiha hate bidawîkirin:

“*Di hemû qadan de, kar û xebatên civakî, rêxistinî, rêvebrerî û siyasî li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê meşandin.

*Ji bo fikir û felseya Rêber Apo were belavkirin, divê ku bi awayekî sîstematîk di hundir di nava gel, komîn, meclîs û hemû sazî û dezgehên rêveberiya xweser de parêznameyên Rêber Apo werin xwendin û nirxandin. Her wiha komîteyên xwendinê werin zêdekirin.

*Ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo di torên civakî de, divê ku malperek were avakirin.

*Li ser fikir û felsefeya Rêber Apo, divê ku konferansên wiha  werin berdewamkirin.

*Ji bo pêkhateyên ereb ên Kantona Firatê, konferansa parêznameya 4' an were lidarxistin.

*Divê ku ku mijara Jineolojî, zayendperestî û hevjiyana azad bi metodeke serbixwe di warê komxebat, semîner û panêlan de di nava gel sazî û dezgehan de were xurtkirin. Her wiha ev yek ne tenê bi awayekî teorî lê were nêrîn, nemaze di warê pratîkî de jî.

*Ji bo hemleya azadiya fîzîkî  û belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo divê ku xwendina parêznameyan bi rêya komxebat, semîner, panêl û konferansan were li darxistin.”

-Divê ku li hember xwezaya yekemîn rêz were girtin û berhemên xwezayî yên binerd û sererd neyên talankirin û îsrafkirin. Her wiha hemleyên hişyarî û rêzgirtina ji ekolojiyê re were xurtkirin.

-Divê ku qada Jinolojî û ekolojiyê wekî materyal di nava refên xwendinê de ji seretayî heta zanîngeha were

Em wekî delegeyên Konferasnsa parêznameyên Rêber Apo ya li kantona Firatê ji bo jiyaneke azad û demokratîk bi biryar û têkoşîneke xurt û bawer ku li ser xeta serfiraziyê têdikoşin. Divê ku em li hemberî desthiladariya şer a  modernîteya kapîtalîst rêxistinbûn û baweriya xwe mezin bikin. Em vê yekê baş dizanin; ku dê ev çerxa faşîst tenê bi têkoşîna gelan ji holê rabe. Li dawiyê, bi rihê 15`ê pêngava tebaxê em vê konferansê li hemû gelê xwe pîroz dikin.