“Konferansa Yekitiya Jinên Êzidî bersiva êrîşên dagirkeriyê ye”

Jinên ku beşdarî konferansa Yekemîn a Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava bûne, girîngiya lidarxistina konferansê anîn ziman û gotin: "Lidarxistina konferansa jinên Êzidî li warên koçberiyê bersiva herî xurt e ji êrîşên dagirkeriyê re."

HESNA MIHEMED
Şehba- Yekemîn Konferansa Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava li Kantona Şehbayê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma "Bi fikra Neteweya Demokratîk jinên Êzidî yên Rojava wê bi ser kevin" berdewam dike. Di konferansê de 300 delege ji nûner û endamên Yekitiya Jinên Êzidî ya Efrîn, Heleb û Cizîrê di heman demê de mêvan ji nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê amade bûn. Jinên ku beşdarî konferansê bûn nêrînên xwe bi me re parve kirin.
“Em ê li dijî planên qirkirina Êzidiyan têbikoşin”
Rêvebera Sîwana Meclisa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ya Almanyayê Caziya Hewran     girîngiya lidarxistina konferansê li Kantona Şehbayê anî ziman û wiha got: "Em bi rihê berxwedana jinên azad derbasî konferansê bûne. Armanca me bi lidarxistina konferansê li warên koçberiyê ew e ku ev konferans bibe bersiv ji êrîş û dagirkeriya dewleta tirk re. Li Şehbayê koçberên Efrînê yên ku rastî êşkence û kiryarên dewleta tirk hatine, dijîn. Tu kes nikare îrade û hebûna Kurdan bişkîne. Em Kurdên Êzidî mirovên azadîxwaz in, em naxwazin êrîşî tu kesê bikin lê dema êrîşê ser axa me bê kirin em ê bibin bersiv û xaka xwe biparêzin. Em tevahî pakrewanên jin ên ku canê xwe ji bo Êzidiyan û tevahî gelan feda kirine bi bîr tînin. Jinê Êzidî ruxmî ku di şerên qirkirinê re derbas bûne û rastî kiryarên xirab hatine jî hebûna xwe parastin û nehiştin civaka me tune bibe. Bi saya xwediyê ramanên azad Rêber Apo, îro Kurdên Êzidî serî li hemberî dagirkeriyê hildidin û hebûna xwe mayinde dikin. Rêber Apo Kurdên Êzidî bi cîhanê da naskirin. Êzidî Kurdên resen in, em ê vê nasnameyê biparêzin. Em ê bi rihê konferansê li dijî dagirkerî û planên qirkirinê li ser gelê Kurd têbikoşin."
“Bi rihê konferansê em ê rêxistina jinan xurtir bikin”
Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Herêma Efrînê Sûad Hiso ya beşdarî konferansê bûye têkildarî pêşveçûna konferansê wiha got: "Di vê konfransê de 300 delegeyên jin amade bûn. Bi zanist û nêrîna jinan ev konferans dewlemend dibe. Encamên ku bên girtin em ê di jiyana xwe de pêk bînin û ji xwe re bikin bingeh li ser wê kar û xebata xwe bidin meşandin. Em ê rêxistina jinên Êzidî bi têkoşînê xurtir bikin. Bi rihê Neteweya Demokratîk wê jinên Êzidî bi ser bikevin û serkeftinên mezin bi dest bixin."