Konferansa Weqfa Jina Azad a Sûriyê bi dawî bû
Yekemîn konferansa Weqfa Jina Azad a Sûriyê li bajarê Qamişlo hatibû li dar xistin bi hilbijartin û biryarên girîng bi dawî bû.
Qamişlo – Bi dirûşma "Cîhaneke azad û jiyaneke azad yên bi dest bikevin hene" Weqfa Jina Azad a Sûriyê konferansa xwe ya yekemîn bi tevlîbûna 200 delegeyên jin ji giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate li dar xisitn û bi biryar û hilbijartinan bi dawî bû. Piştî temaşekirina sivizyona derbarê kar û xebatê Weqfa Jina Azad a Sûriyê, rapora 7 salan a kar û xebatê Weqfa Jina Azad a Sûriyê hate xwendin. Her wiha li ser rewşa siyasî ya jin hate nîqaş kirin. Di heman demê de rêziknameya hundirîn a Weqfa Jina Azad a Sûriyê hate xwendin û guhertinên bingehîn têde hatin çêkirin. Paşê 5 kes ji bo rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyê hatin hilbijartin. Herî dawî konferans bi biryarên girîng bi dawî bû.
Biryar wiha ne:
1. Ji bona ku jin werin parastin û bikaribin di warên azad de jiyan bikin, ji wan re cih bên amadekirin.
2. Di qada çandê de jin di aliyê govend, û mûzikê de bên perwerde kirin.
3. Ji bo jinên ciwan perwerdeyên cinsiyetparêzî û qad werin vekirin.
4. Ji bona zarokan di werzê havînî de wargeh werin vekirin.
5. Amadekirina vekirina bexçeyên bi navê Arî.
6. Ji bona zarokên keskesora alan yên temenê wan dibe 16 salî, ji wan re cihekî taybet were dîtin an jî di warên pîşeyî de werin perwerde kirin.
7. Hemû Weqfên Jin ên Rojhilata Navîn dikarin werin gel hev.
8. Kampanya perwerdeyê weke werş, atolye, civîn, semîner were despêkirin.
9. Mijara pedegojî ya zarokan were kur kirin.
10. Ji bona xizantiyê werşên pişeyî di aliyê madî û manawî de werin pêşxisitin, beşek ji darayî ji wan re were veqetandin.
11. Jina ku xizantiyê jiyan dikin, bikaribin werin perwerde kirin û bibin xwedî pîşe.
12. Perwerdeya demokratîkkirina malbat û guhertina mêr were esas girtin.
13. Ji bona kevneşopî werin parastin ciwan werin perwerde kirin.