Konferansa ‘Sosyolojiya Azadiyê ‘bi encamnameyê dawî bû

Konferansa Kongra Star a li ser ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi dirûşmeya "Çareseriya pirsgirêkan misogeriya azadiyê ye" hatibû lidarxistin bi encamnameyê dawî bû.

 Hesekê- Konferansa Kongra Star a li ser ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi dirûşma "Çareseriya pirsgirêkan misogeriya azadiyê ye" li xwaringeha Marbêla ya bajarê Hesekê ya Kantona Cizîre ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. 100 delegeyên ji sazî û rêxistinên jinan beşdarî konferansê bûn.

Konferansa bi deqeyek rêzgirtin des pê kir , pişre axaftina vekirinê ji aliyê berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ve hate kirin û bi xwendina perspektîvên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan berdewam kir.Her wiha sînevizyon li ser kar û xebatê jinan di nava civakê de hate pêşkêş kirin.

Komîteya Perwerde a Kongra Star der barê pirsgirêkên ku jinan di nava civakê dijîn û çareseriya wan anketek amade kir. Di nav anketê de 14 pirs hebûn weke  sedemên pirsgirêkên civakî, qirkirina jinan, rewşa karkirina jinan, xeyalê jinan çine?, tundiya li ser jin, zewaca temen biçûk , pir zewac, ferqa di navbera cins û mehrûmkirina jinan ji mafê xwendinê. Di Konferansê de encama enketa  ku hat amadekirin û encamê wê jî wiha bû:”

-Peyva namûs û şeref ji zagonê cihanî werin derxistin ji ber ku ev peyv bi xwe jinê tune dike.

-Guhertina hişmendiya baviksalarî were kirin û dewreyên perwerde ji kal, pîr û mêran re were vekirin  

-Hişmendiya baviksalarî, kevneşopiya civakê jinê sînordar kiriye lewma pêwiste di riya ---Perwerdeyan jin asta lêgerînê berfireh bike.

-Xebatên kooperatîfan ên jinan were pêşxistin.

-Komîn werin aktîfkirin û weke navenda perwerde were desgirtin.

-Civînên berfireh yên gelan werin çêkirin.

Konferans bi niqaşên li ser pirsgirêkên ku jin û riyên çareserkirina wê bi dawî bû.