Konferansa Jineolojî ya Mexmûrê: Armanc avakirina riya çareseriyê ye

Jinên ciwan ên beşdarî 1’emîn konferansa Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Wargeha Mexmûrê ku di navbera dîrokên 23-24’ê Tebaxê de hate li dar xistin bûn, wiha gotin: “Em ê li dijî êrîş û pirsgirekên jinan bibin alternatîf û rêya çareserî ye.”

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr- Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya piştî nêzî du mehan bi beşdariya jin û jinên ciwan ên wargehê der barê 5 mijaran de atolyeyan pêkanî, di navbera dîrokên 23-24’ê Tebaxê de bi dirûşmeya ‘Bi Rêxistinkirina Hestê Jin û Jinbûyînê Em ê Jiyanê Ji Dagirkeriya Zanista Desthilatdaran Rizgar Bikin’ 1’emîn Konferansa xwe li darxist. Di konferansa ku bi beşdariya 100 delegeyan, 2 roj domkir de encamên nîqaşên atolyeyan hatin pêşkeşkirin û nirxandinên xurt hatin kirin.

Beşdarên 1’emîn Konferansa Jinelojî ya Mexmûrê der barê konferansê de ji ajansa me re axivîn.

Li Mexmûrê yekem care konferansa Jineolojiyê tê li dar xistin’

Yek jî beşdarên konferansê Xurbet Îşlek, di destpêka axaftina xwe de 1’emîn Konferansa Jineolojî ya Mexmûrê li hemû jinan pîroz kir û wiha axivî: “Li Wargeha Mexmûrê yekem care konferansa Jineolojiyê tê li dar xistin. Konferansa me du rojan berdewam kir. Nêzî du mehan ji aliyê jin û jinên ciwan ên mexmûrê ve xebata atolyeyan hate meşandin. Di atolyeyan de 5 mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Li ser mijarên weke bandorên penaberî yên li ser jinan, ekolojî, zayendperestî, şerê taybet, çanda kurdewarî, pirsgirekên gel nîqaşên xurt hatin meşandin. Piştî atolyeyan, 1’emîn konferansa Jineolojî hate li dar xistin û di vê konferansê de encamên nîqaşan hatin pêşkeşkirin û nirxandin.”

‘Em ê li dijî êrîş û pirsgirekên jinan bibin alternatîf û rêya çareserî ye’

Xurbet Îşlek, diyar kir ku ew ê wek jin li dijî hemû êrîşên bibin bersivek xurt û got: “Di konferansê de pirsgirêkên me yên jinan jî hatin nîqaşkirin û rêyên çareserî hatin peydakirin. Em hevî dikin ku nîqaşên hatin meşandin di demek kurt de bigihîje encam e. Yekana armanca me ew e ku li dijî êrîş û pirsgirekên jinan bibin alternatîf û rêya çareseriyê. Ger em wek jin pirsgirêkên xwe çareser nekin, wê ev êrîşên li dijî me berdewam bikin. Em ê wek jin li dijî hemû êrîşan bibin bersivek xurt. Em di vê baweriyê de ku konferansa ji bo tevahî jinan bibe rêya çareseriyê.”

Em di vê baweriyê de ne ku encamek baş bê wergirtin’

Yek ji endamên Komîteya Jineolojî ya Mexmûrê Yildiz Bulut jî, 1’emîn konferansa Jineolojî ya jinên Mexmûrê pîroz kir û wiha axivî: “Em hevîdarin ku konferansa me ji bo pêşerojê bibe minakek girîng. Konferansa me beriya niha bi awayekî atolye di nava saziyan de destpêkir û encamên xurt hatin bi dest xistin. Di atolyeyan de pirsgirêkên rojane yên gel, bandora penaberî, girîngiya perwerde, zayendperestî, stûnên demokratîkbûyina malbatê û gelek mijarên din hatin nirxandin. Em di vê baweriyê de ku encamek baş bê girtin.”