Konferansa Jinên Libnanî ya bi sernavê "Ji dijwariyê guherîn tê" dest pê kir

Di 7'ê Tebaxa 2021'ê de di bin sernavê "Ji dijwariyê guherîn tê" de Konferansa Femînîst a Lubnane ku bi piştgiriya Kampanya Cîhanî ya Perwerdeyê û Kampanya Ereban Perwerdeya ji bo Hemûyan hat lidarxistin.

CAROLÎNE BAZZÎ
Beyrûd- Di rûniştina konferansê ya bi navê "Fikra Femînîst Xwendina Rexneyî"  doxtor, Maxî Abîd qala guhertina rola jinan di navbera dîrok û cîhana hemdem de kir.
Maxî Abîd qala herikînên femînîst kir ku bi sê şêwazan cuda ne, ev şêwaz jî wiha ne  "herikîna lîberal, herikîna Marksîst-sosyalîst ku bi azadkirina jinan ji kar û hilberînê  bawer dike lê rola jinan di malbatê de hat rakirin û ya sêyemîn herkîna radîkal e ku banga rakirina desthilatdariya mêr û wekheviya teqez kir."
Di heman demê de ew dibîne ku sîstema bavaksalarî taybetmendiyên jinan di nava dewletên yekbûyî de wêran kiriye. Ew dipirse gelo sîstema bavaksalarî wê li cîhana Ereban çawa be?
Seroka Komeleya Newroz a  Çanda Civakî ya Kurdên Libnanê û endama Kampanya Ereban ji bo Perwerdeya Mezinan Hanan Othman der barê konferansa femînistan a ku di 7'ê tebaxa 2021'ê de dest pê kiriye de wiha dibêje: "Di konferansê de li ser rewşa ku jinên Lubnanê tê re derbas dibin û zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin û bi taybetî li ser mijarên kesan, qanûnên medenî, ji bilî zêdebûna şîdeta li dijî jinan di civaka Lubnanê de ji ber belavbûna coronayê tê rawestîn."
"Zehmetî zêde ne lê yekitî jê mezintir e"
Li ser sedema hilbijartina dirûşma "Ji dijwariyê guhertin tê" ji bo konferansê Hanan Othman wiha diyar dike; "Zehmetî zêde in lê yekitî mezintir e. Zehmetiyên ku em dibînin ne tenê li Libnanê ye û ez wekî jinek Kurd a Libnanê bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînim, em bi riya konferansan gihîştin encamekê ku guhertin çêdibe dema ku dijwarî tê û jin bi yekitiya femînîstan re dikare van dijwariyan derbas bike û ji wan hêz bigre." 
Dê li ser hemû pirsgirêkên jinan were rawestîn
Di heman demê de Hanan Othman wiha pêl dide gotinên xwe: "Konferansên ku piştî pandemiya coronayê tên lidarxistin derfeteke pir baş bû ji bo zehmetî û pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû dimînin. Ji bo ev yek werin dîtin û nasîn û danasîna van mijaran vîna jinan û xalên hevpar ên jinan dike yek. Her wih di van salên dawî de jin rastî şîdet, destdirêjî û guhertina demografîk tên. Ji bo ku jin di wan şert û mercan de bikaribe pirsgirêkan çareser bike pêwîst e cihê xwe di biryardanê de bigrin ji ber ku jin ber bi aştî û yekitiyê ve diçin."
Hanan Othman axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di van deman de em bi gelek jinên Lubnanê re têdikoşin da ku di civaka Lubnanê de û li welatên herêmê guherînê pêk bînin. Guhertin bi malbatê re dest pê dike ji ber ku bingeha civakê malbat bi xwe ye."
Di heman demê de rûniştin li ser çar beşan tê dabeşkirin yek jê qanûnên rewşa kesane û bandora wan li ser jinan, ya duyemîn qanûna ku şîdeta nava malê sûc dibîne sêyem pêşîniya perwerdeya keçan ji hêla perspektîfa perwerdeya zayendî ve û ya çaran ku ya dawiyê ye; rola jinan di biryardanê de û wêneyê wan di medya û reklaman de. 
Di dawiya konferansê de, dê pêşniyar bên eşkerekirin û daxuyaniya dawî ya konferansa jinan were dayûn û nirxandina civîna Koalîsyona Perwerdeya Libnanê werin kirin.