Konferansa jinên ciwan bi daxuyaniyek bi dawî bû
Yekemîn Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê ku bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî emê axa xwe biparêzin Rêber Apo azad bikin” hatibû destpêkirin bi daxuyaniyekê bidawî bû.
Şengal – Yekemîn Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan a Şingalê li meclisa Gel a Xanesora Şingalê bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî emê axa xwe biparêzin Rêber Apo azad bikin” bi beşdarbûna 70 delegeyên ji pêkateyên ereb û êzidî pêk dihatin, di saet 10:00’an de destpê kir.
Di konferansê de peyamên Jinên Ciwan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, Komela Jinên Ciwan a Mexmûrê, YJŞ’ê hatin xwendin û guhdar kirin. Di heman demê de sînevîzyonek ku ji perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin hate temaşe û guhdar kirin. Di heman demê de rapora kar û xebatê du salan ên jinên ciwan hate xwendin. Jinên ciwan têkildarî xebatên xwe yên pêşerojê û rewşa jinên ciwan nîqaş kirin.
Konferans bi daxuyaniyekê bidawî bû. Daxuyanî ji aliyê berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şingalê Avêsta Ezda ve hate xwendin.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye;
‘Em ê pergala xwe ya rêxistinî xurt bikin’
Di 10.emîn salvegera fermanê de li Şengalê lidarxistina konferansa me ya yekitîya jinên ciwanên şengalê xwedî wateyeke dîrokî ye. ku emê bi vê konferansê re têkoşîn û berxwedan û biryardarîya xwe bilind bikin û hemû cure êrîşan têk bibin. Bêguman di encama vê de jî emê pergala xwe ya rêxistinî nû û xurt bikin, ya herî girîng jî rih û îddiya serdema nû ya têkoşîna azadî û xweseriya Şengalê derxin holê. Ji bo em karibin erkên vê konferansê rast binirxînin, me rewşa ku dinya, herêm û welatê me di nav de ye jî nirxand da ku em karibin hem xeteriyên li ser xwe hem jî derfetên pêşxistina şoreşa xwe ya civakî bibînin.
‘Dijmin êrîşî jinên ciwan dike’
Di serî de em weke yekîtiya jinên ciwanên şengalê êrîşên ku li ser xaka bakur û rojhilatê Suriyê bi tundî şermezar dikin. Berxwedana dîrokî ya li qereqozax û tişrînê berdewam dike. Em di şexsê şehîd Ronahî Efrîn de silav dikin. Ev êrîşên dewleta tirk berdewamiya pilana ku turkiye bi riya DAIŞ di sala 2014 dan de li ser Şengal û kobanê bi ser nexistiye û armanca wê dagirkirina sînorên mîsaqî- mîllî ye ku dewleta Tirk gelek caran xwestîye pêk bîne. Çeteyan li herêmên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin, êrîşî herêmên ewle dike. Di herêmên dagir kirî de dijmin herî zêde polîtîkayên qirêj li ser jinên ciwan dide meşandin. Di van êrîşan de çeteyên dewleta tirk destpêkê êrîşî jinên ciwan dikin, tecawiz dikin û jinan direvînin. Diyar e ku zext û qetlîama li ser jinê ne yekalî ye, piralî ye û di nav pergala modernîteya kapîtalîste ji bo jinan bi tu awayî jiyan nîn e.
‘Parastin bingeha jîn û jiyanê ye’
Di rewşa heyî de, ji bo jinê parastina cewherî yekane riya azadî, jîn û hebûnê ye. Ji derveyî vê rêyeke ku jin karibin xwe ji tacîz, destdirêjî û qetîlaman biparêzin û azad bijîn nîne. Bi kurtasî hişmendî, rêxistin û çalakiya parastina cewherî ji her kesî behtir ji bo jinên ciwan pêwîste û zarûriyeteke. Ji bo bidestxistina hişmendiya azad, îrade û jiyanê azad, xweparastin gava sereke ye.
‘Em ê li kêleka YPJ’ê li dijî êrîşan bisekinin’
Em jî weke jinên ciwanên şengalê piştgiriya xwe ji YPJ’ê re radighînin. Hêza parastina hemû jinan YPJ’ê îro roj beramberî her cûre êrîşên li ser jinên ciwan û civakê berxwedidin û dîrokê dinivîsînin. Em jî weke jinên ciwanên şengalê biryardariya xwe dîyar dikin ku emê bi YPJ’ê re mil bi mil li beramberî her cure êrîşan bisekinin. Di serî de li beramberî hovîtî û êrîşên dewleta Tirk, emê welat, hebûn û baweriya xwe biparêzin. Îroj berxwedaniyek dîrokî tê meşandin bi pêşengtiya jinan, em jî weke jinên Şingalê pêwîst dibînin ku bibin perçeyek ji vê berxwedanê.”
Piştî daxuyaniyê Yekemîn Konferansa Jinên Ciwan ên Şengalê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ û govendê bi dawî bû.