Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di roja duyem de ye

Konferansa Ciwanan Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi dirûşma "Ciwan û avakirina pêşerojeke azad" li paytexa Lubnan Beyrûdê di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.

Beyrûd- Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku bi dirûşma "Ciwan û avakirina pêşerojeke azad" li paytexa Lubnan Beyrûdê dest pê kiribû, di roja xwe ya duyemîn de bi atolyayên ku hatin lidarxistin berdewam dike.

Ciwanan di roja yekemîn a konferansê de mijarên wek; li Rojhilata Navîn qirkirina gelan, xizanî, kedxwarî, pirsgirêkên aborî, bêkarî, koçberî û guhertina demografî nîqaş kirin. Her wiha bandorên modernîteya kapîtalîst, şerê taybet ên li ser ciwanan tên kirin, rewşa jinên ciwan, qirkirina çandî û fizîkî, revandin û destdirêjiya li ser jinên ciwan jî hatin vegotin.

Polîtîkayên îslama siyasî û projeya mezin a Rojhilata Navîn hatin redkirin

Di nirxandinên derketin pêş de tevahî helwest û nêrînên ku çareseriyê ji derve hêvî dikin, bi nêrîneke orîyentalîst Rojhilata Navîn biçûk dibînin û hêza çareseriyê di xwe de nabîne, red dike. Beşdaran îslama siyasî û projeya Rojhilata Navîn a mezin red kirin. Hat gotin ku ciwan hêza pêşeng in, xwedî wê hêzê ne ku dê Rojhilata Navîn ber bi demokrasiyê ve bibin.

Di roja duyemîn de atolye hatine lidarxistin. Ciwan li ser krîzên avhewayê, wêrankirina xwezayê, rola ciwanan di pêşgirtina qirkirina xwezayê, avakirina jiyana exlaqî, durist û pirsgirkên jinên ciwan nîqaş kirin. Her wiha li ser nêzîkatyên desthilatdariyê, ku ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û tevahî cureyên cudekariyê nîqaşên xwe didomînin.

Konferans dê îro bi encamnameyê bi dawî bibe.