Konferansa Ciwanan a Cîhanê dest pê kir
Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku ji aliyê Tevna 'Ciwan dîrokê dinivîsînin' tê organîzekirin li paytexta Fransa Parîsê dest pê kir.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/11/20231103-823x463cc-konferansa-ciwanan-kopya-jpg0ccdd9-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Konferansa Ciwanan a Cîhanê ku ji aliyê Tevna 'Ciwan dîrokê dinivîsînin' tê organîzekirin li paytexta Fransa Parîsê dest pê kir. Konferansê bi axaftina destpêkê û deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Konferans wê sê rojan dewam bike. Ji çar aliyên cîhanê ciwan tevlî dibin.
Konferansa ku ji aliyê 'Ronahî' û Tevna 'Ciwan dîrokê dinivîsînin' ve tê lidarxistin xwe dispêre konferansên salên 2015 û 2019'an ên li Amed û Kobanê.