Konfaransa Meclisa Îştar ya Mexmûrê destpêkir
12’emîn Konfaransa Meclîsa Îştar ya wargeha penaberan a Mexmûrê bi bejdarbûna 400 delegeyan destpêkir.
Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 12’emîn Konfaransa Meclîsa Îştar bi bejdarbûna 400 delegeyan bi dirûşma ‘Bi rihê yekitiya jinê emê têkoşînê bilind bikin û Rêber Apo Azad bikin’ li salona Konfaransê destpêkir. Jinan bi cil û bergên xwe yên Kurdî rengê xwe dan konfaransê. Piştî deqeyek rêzgirtinê konfaransê bi xwendina perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir û piştre dîwana konfaransê ya ku ji 5 kesan pêktê hat hilbijartin, rapora xebatên Meclîsa Îştar yên dû salan hatin xwendin û bi nîqaşên li ser rewşa siyasî dewam dike.
Hêjayî bi bîrxistinê ye wê konfaransa Meclîsa Îştar dû rojan dewam bike.