Konfaransa Meclisa Îştar ya Mexmûrê bi dawî bû

12’emîn Konfaransa Meclîsa Îştar ya wargeha penaberan a Mexmûrê ku bi tevlîbûna 400 delegeyan dû rojan dom kir bi hilbijartina 81 endamên nû yên Meclîsê dawî bû.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 12’emîn Konfaransa Meclîsa Îştar bi bejdarbûna 400 delegeyan bi dirûşma ‘Bi rihê yekitiya jinê emê têkoşînê bilind bikin û Rêber Apo Azad bikin’ li salona Konfaransê destpêkir. Jinên ku bejdarî konfaransê bûn bi cil û bergên xwe yên Kurdî reng dan konfaransê. Konfaransa ku dû rojan dewam kir bi hilbijartina 81 endamên nû yên Meclîsa Îştar bi dawî bû.
Di roja duyemîn de li ser kar û xebatên hatîn meşandin nirxandin hatin kirin, rêvebirname hatin xwendin, herwiha saziyên Mexmûrê jî bi peyamên xwe piştgiriya xwe ya ji bo li darxistina Konfaransa Meclîsa Îştar dan nîşandan. Piştî xwendina rêvebinameyê 81 endamên nû yên Meclîsa Îştar ku hatîn hilbijartin ji bo dû salan xebat bidin meşandin biriyardariya xwe nîşandan. Axaftina girtinê ji aliyê endama Koordînasyona Mclîsa Îştar Nuran Sezgîn ve hat kirin. 
12’emîn Konfaransa Meclîsa Îştar bi gerandina govendê bi dawî bû.