Konfaransa Komiteya Tendirustiyê ya Mexmurê bi dawî bû

5’emîn Konfaransa Komiteya Tendirustiyê ya Mexmurê ku dû rojan dom kirî, bi hilbijartina rêveberiya nû bi dawî bû.

Mexmûr -  Konfaransa Komiteya Tendirustiyê ya îsal bi duruşmeya “Avakirina Netewa Demokratîk Avakirina Civakek bi tendurist e” li Mala Gel bi amadebûna 90 delegeyan destpêkirî û dû rojan dom kirî bi hilbijartina rêveberiya nû bi dawî bû. pîştî bi dawîbûna Konfaransê delegeyên amade li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan. Di roja dûyem de xebatên dû salan hatîn nîqaş kirin, rêzikname û pêşnûme biryar hat xwedin û piştî pejirandina pêşnûme biryaran rêveberiya nû ya ku ji 10 kesan pêk dihat ku wê dû salan xebat bidin meşandin hat hilbijartin. Pîştî sond xwarinê axaftina girtinê ji aliyê hevserokê meclîsa Gel a Demokratîka Mexmûrê Hecî Kaçan ve hat kirin.
Bêdengî tê wateya şirîkatiyê 
Pîştî axaftina girtinê delegeyên amade di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike de daxuyaniya çapemeniyê dan. Daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Tendirustiyê Tekoşîn Îşlek ve hat xwendin. Tekoşîn da zanîn ku bêdengmayîn tê wateya şirîkatiya tecrîdê wiha û gotin: “Divê êdî em bibînin û bizanibin ku bêdengiya di vê qonaxê de tê jiyîn, erêkirina tecrîda li ser Rêber Apo û êrişên ku li ser Kurdistanê tê meşandin e. Êdî bêdengmayîn tê wateya bûyîna şîrikê tecrîdê, pergala îşkenceyê. Ji ber vê weke jin, ciwan û gelê Kurd ê ku li pêy azadiya xwe digere, dixwaze hebûna xwe mayînde bike yekane rêya me ya li hemberî tunebûnê sekinandin ew e ku em ji bo şikandina tecrîda teqez a li ser Rêber Apo tê meşandin, ji bo hilweşandina dîwarên zilmê yên pergala îşkence ya Îmraliyê ku hêviyên mirovahiyê di nav de dîl girtî ye û ji bo mîsogerkirina şert û mercên jiyan û xebata azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bilindkirin e. Rêber Apo hemu jiyana xwe ji bo azadiya gelekî feda kir.”
“Êdî dema azadkirina Rêber Apo ye”
Tekoşîn bal kişana li ser erka navdewletî ya mafê mirovan diparêzin û wiha dom kir: “Erkê ku weke gel dikeve ser milê me bê guman ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînkirin û hêviyên mirovahiyê ji nav dîwarên zilmê derxistin e. Bi sedan girtiyên azadiyê îro di nav şert û mercên herî dijwar ên zindanan de ji bo azadiya Rêber Apo bedenê xwe dikin mertal û têkoşîna xwe bi grevên birçîbûnê dimeşînin. Heya niha gelek caran bangawaziyên me ji hîn sazî û dezgehan re çêbû, ji niha  û şûnde em tu bangawazî ji sazî û dezgehên ku xwe qaşo bi navê mafên mirovan binav dikin re nakin. Ji ber em baş dizanin ku pergala baviksalarî, tevahî sazî û dezgehên ku ew avakiriye şîrikên vê tecrîd û pergala îşkence ya Îmraliyê ne. Dem ew dem e em bi hêz û têkoşîna xwe tecrîdê bişkînin û Rêbertiya xwe bigihînin derfetên jiyana azad. Êdî weke gelê Kurd dem hatiye ku em bi Rêberê xwe re azad bijîn û weke gelê Kurd û tevahî gelên bindest em yekîtiya gelan ava bikin. Em weke Komîteya Tendirustiyê ya Wargrha Ş. Rustem Cudî banga me ji bo tevahî gelê Kurd, kesên  azadîxwaz, ciwanan, kesên demokrat ewe  ku em vê rewşa tecrîda girankirî weke mijarekî bingehîn a  hebûn û tûnebûna  xwe û gelê Rojhilata Navîn  bibînin. Li ser vê bingehê em weke delegeyên konfaransa tendirustîyê bi rihê 14’ê tîrmihê bang dikin, li diji tecrît û êrişên dagirkeri yên li ser tevgera me û gelê me tê meşandin bê deng ne mîn in. Ji ber ku bê deng mayîn hevkarîye tecrît û şerê ku li Kurdistanê tê meşandine.” 
Konfaransa Komîteya Tendirustiyê bi durşmeyên: ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.