Konfaransa Jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê bi nîqaşan dewam dike
2’emîn Konfaransa Jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê bi durşma “Bi yekitiya jinan, emê şoreşa demokratîk pêkbînin” li paytexta Lubnanê Beyrutê destpê kir.
Beyrut – 2’emîn Konfaransa Jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqayê bi durşma “Bi yekitiya jinan, emê şoreşa demokratîk pêkbînin” li hola Otela Padûva ya paytexta Lubnanê Beyrutê destpê kir. Zêdeyî 100 endam bi awayek zîndî di konfeansê de amadebûn û gelek jin jî dê bi rêya zoomê bejdarî konferansa ku dê dû rojan dom bike bibin. Endama komîteya amadekar Henan Osman peyama amadekirina konfaransa xwend.
“Li gel hemû astengiyan jî têkoşîna jinan bê navber didome”
Henan Osman bal kişand ser Bihara Ereban a berî 10 salan û wiha hat got: “10 sal li ser şoreşa gelan ya bi navê Bihara Ereban û 8 sal jî li ser yekemîn konfaransa jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa re derbaz bû. Îro jî ev cara 2’emîne em li vê derê kom bûne, daku em pirsgirêkên jinan yên Rojhilata Navîn û Başûrê Afrîqa nîqaş bikin. Di navbera 8 salê konfaransa yekem û dûem de gelek şoreş û têkoşînên jinan li welatên wek Tunus, Misir, Sûriye, Îraq û çend welatên dinê hatin kirin û her wiha belavbûna vîrosa corona jî sedemek din bû ku jin rastî tundutujiyê û destdirêjiyê hatin. Ji ber vê jî divê em rêyên çareseriyê ji bo pirsgirêkên jinan ên ku em niha di vê konferansê de nîqaş dikin raxin ber çavan.”
“Di çend salên dawiyê de bilindbûna Têkoşîna jinan”
Piştî nirxandinên Henan Osman peyama Koordînasyonan Jinên Kurdistanê (KJK) jî ji aliyê Hena Sedîq ve hat xwendin. Di peyamê de xêrhatina hemû jinan hat kirin û wiha hate gotin: “Di vê demê de qeyrana siyasî û aborî bandor li ser hemû welatan kiriye, badora herî zêde li jinê kiriye. Ji ber wê jî ev jinane ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan li vê derê kom bûne. Di nava van çend salên dawiyê de gelek têkoşînên jinan hatin kirin, lê ji ber nêzîkatiyên desthilata mêrsalar a li hemberî jinan rewş berbi xirabûnê ve diçe. Bi hezaran jinên Êzidî weke koleyan li bazarn hatin firotin, jinên li Tirkiyê dijîn rastî tundîtujî yê tên. Dewleta Tirk li Herêma Başûrê Kurdistan û Îraq, Bakûr û Rojhilata Sûrye, Libya û çend gelek deverên din hewildanên dagirkeriyê dike û ev êrîşên wan bûye metirsiyek mezin li ser jinan. Jin li welatên weke Filistin, Avganistan, Tûnis û gelek deverên dinê rastî gelek pirsgirêkan tên. Ji ber wê jî divê hewila çareseriyek bi fikr, hêz û îradeya jinan were dayîn. Em di wê baweriyê de ne ev konfarans bibe bersîv ji bo pîrsgirêkên jinan û encamek baş bê bidestxistin.”
“Em hêvîdarîn ev konfaranse bibe wesileya dermankirina birînên jinan”
Peyama jinên Şengalê jî ji aliyê Rihan Hesen ve hat xwendin. Di peyamê de bal hat kişandina li ser têkoşîna jinên Êzidî û wiha hat gotin: “Em destpêkê vê konfaransê li hemû jinan piroz dikin. Em hêvîdarîn ev konfaranse bibe wesileya dermankirina birînên jinan. Em weke Tevgera jinên Êzidî vê konfaransê ji bo xwe weke hêzekê dibînin. Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê de weke jinên Êzidî me êşên mezin kêşa. Ji wê demê ve hewildanên me hemû ji bo xwe hêzkirin û bi têkoşînê derbaskirina van êşane. Piştî 7 salên têkoşîna me ya bi vê boneyê hatî meşandin û emê hîna jî li ser vî bingehê bi kedek mezin hatî danîn dewam dikin. Bi vê bûneyê em vê konfaransê li hemû jinên ji bo parastina mafê jinan di nava têkoşînê de ne pîroz dikin. Ji niha û şon de jî dê hemû hewlên me ji bo pirsgirêkên jinan bi hêz û fikra jinan were çareser kirin be.”
Her wiha di konfaransê de sinevizyonek di derbarê çalakiyên jinan de hat nîşandan û konferans bi hemû germahiya xwe dom dike. Di beşê 2’emîn ê konfaransê de dê nîqaş li ser qeyrana Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa û bandora wê li ser jinan were kirin.