Konfaransa jinên mamosta yên Mexmurê despê kir
5’emîn Konfaransa mamostayên jin a wergeha penaberan a Mexmûrê bi beşdariya 100 delegeyan despêkir û bi nirxandinên ser qada perwerdê dewam dike.
Mexmûr- 5’emîn Konfaransa jinên mamosta yên Mexmûrê bi bejdarbûna 100 delegeyan û duruşma “Emê bi ruhê Esmayan, Hêviyan, Amarayan û Berwelatan têkoşînê bikîn û Rêber Apo azad bikin” li Mala Gel destpêkir. Di konfaransa bi deqeyek rêzgirtinê despê kir de axftina vekirinê ji aliyê endama Koordînayona Meclîsa Îştar Fedîla Tok ve hat kirin.
“Em gelê wargeha Mexmûrê penaberên azadiyêne”
Fadîla Tok di destpêka axaftina xwe de 5’emîn Konfaransa Xweser li delegeyên amade pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em di destpêkê de vê konfaransê li Rêber Apo û hevalên ku di vê qadê de ked dayîn pîroz dikin û vê konfaransê hem diyarî Rêber Apo hem jî diyarî şervanên azadiyê dikin. Di demek wisan hesas de li darxistina konfaransa mamostayên jin serkeftineke. Erk û berpirsyartiya ku dikeve ser milê me gelek girane û divê rojê em gelek caran li ser erka xwe lêhurbûnê bikin û di giraniya erk û berpirsyartiya xwe de bin. Ger em îro mamostayên civaka xwe û zarokên xwe bin barê me gelek girane. Lê em dibînin ku di navendek ya şer û êrîşek topyekum li ser destkeftî û îdeolojiya gelê Kurd heye. Em weke gelê wargeha Mexmûr dibêjin em penaberên azadiyêne û em rêwiyên azadiyêne ji ber vê barê me gelek girane. Divê konfaransê de hîn zêdetir em bikarin li beramberî pêvajoya ku li ser mede tê em bikarin zarokan perwerde bikin û di navendek azad û bi rêberek azad re jiyan bikin. Em weke wargeh di zindanek ser vekerî dene ji ber wê zehemetiyên ku em bikêşin geleke.”
Piştî axaftina vekirinê raporên xebatên dû salan hatin xwendin. Li ser navê komiteya amadekar ya Konfaransê mamosta Ayşê Şen ji ajansa me re axîvî.
“Em kar û xebatê dû salan nîqaş dikin”
Mamosta Ayşê di derbarê amadekariyên Konfaransê de wiha got: “Weke tê zanîn îro 5’emîn Konfaransa qada Perwerdê ya xweser bi 100 delegeyan û bi bi duruşmeya ‘Bi Ruhê Esmayan, Hêviyan, Amarayan û Berwelatan Têkoşînê bikîn, Rêber Apo azad bikin’ me destpê kir. ev nêzî mehekêye ji bo konfaransê em amadekariyan dikin, biryarname, pêşnumebiryar, rapora du salan hat amadekirin û di guhertin û veguhertinan re derbaz dibin. Herdû sal carekê konfaransa qada perwerdê tê li darxistin, di nava van dû salan de kar û xebatên hatine meşandin û ew xalên ku em têde kêm mane û çawan em wan kêmaniyan derbaz bikin tên nirxandin. Konfaransa me wê dû rojan dom bike.”
Konfaransa qada Perwerdê ya xweser bi nîqaşa xebatên dû salan dewam dike.