Konfaransa jinên mamosta yên Mexmurê bi dawî bû
Konfaransa jinên mamosta ku dû rojan dom kir, bi hilbijartina rêveberiya nû bi dawî bû.
Mexmûr - 5’emîn Konfaransa jinên mamosta yên Mexmûrê îsal bi bejdarbûna 100 delegeyan û duruşmeya “Bi ruhê Esmayan, Hêviyan, Amarayan û Berwelatan Têkoşînê bikîn, Rêber Apo azad bikin” li Mala Gel hat lidarxistin û dû rojan dom kirî bi hilbijartina rêveberiya nû ya mamostayên jin bi dawî bû. Di roja dûem ya konfaransa jinên mamostayên Mexmûrê de xebatên rêxistinî yên dû salan hatin nirxandin. Paşê jî rêvebirname û pêşnûme biryar hat xwedin û piştî pejirandina pêşnûme biryaran, rêveberiya nû ya ku ji 7 kesan pêk tê ku wê dû salan xebatên xweser bidin meşandin hat hilbijartin. Pîştî hilbijartinê rêveberiya nû axaftina girtinê ji aliyê hevseroka qada Perwerdê Bêrîvan Kaya ve hat kirin.
“Emê zêdetir vîna xweser bidin pêş”
Bêrîvan Kaya destpêkê rêveberiya nû ya ku hatî hilbijartîn pîroz kir û got: “Di pêvajoyek wisa hesas de li darxistina konfaransa meya jinên mamosta bi serê xwe serkeftineke, cihek yê xwe yê giring û pîroz heye. Barek girantir ket li ser milê me, ji ber pêvajoya ku em niha têde pêvajoyek hesase, divê em zêdetir bi baldarî nêz bibin da ku em bikarin ji pêvajoyê re bibin bersîv. Îradebûyina xweser di vê konfaransê de derket pêş daku em bi karîn reng û temsîlyeta xwe ya jinê di aliyê gîştî de jî bidin diyarkirin. Bi vê îradebûyina konfaransê ku em bi karibin biryardariya derketî, îradeya xwe ya xweser hîn zêdetir rengê xwe yê jinê bidin pêş. Em bi hêvî ne hîn zêdetir ji bo xwendevanên xwe yên keç emê bibin bersîvên hîn xurtir. Hevalên nû yên di rêveberiyê de hatine hilbijartin em di wê hêviyê dene her yek wê rengek cûda yê xwe yê xurtir bide qada perwerdê. Dema em dibêjin qada perwerdê têde temsilyeta wargehê derdikeve pêş bi hezaran xwendevan di bin destê van mamostayn re derbaz dibin.”
5’emîn Konfaransa jinên mamosta yên Mexmûrê bi diruşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.