Konfaransa Jinan li Silêmanî destpê kir

Li bajarê Silêmanî konfaransa ‘Jinên ji bawerî û pêkhatiyên cûda’ bi boneya salvegera komkujiya Şengalê destpêkir.

Silêmanî - Li bajarê Silêmaniyê di salona Dawa Otel de Konferansa jinên ji bawerî û civakên cuda (jinên Êzidî, Kakayî, Zerdeştî, Feylî û Mesihî) di bin pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê di asta Herêma Kurdistanê de bi dirûşmeya ‘Tekoşîna hevbeş a jinên ji pêkhate û baweriyan pêngavekê ber bi pergalek demokratîk û misogeriya bidawî anîna komkujiyê ye’ destpêkir.

Ji Ranya, Silêmanî, Kerkûk û Helebçe gelek jinên ji sazî û dezgehên jinan bejdarî konferansê bûn. Jinên Feylî jî ku di dîrokê de gelek caran rûbirûyê fermanan hatine, di konferansê de amadebûn. Konferans bi beşdariya mêvanên ji baweriyên Êzidî, Kakayî, Zerdeştî û Mesîhî destpê kir. Jinên Êzidî bi cil û bergên xwe tevlî konferansê bûn.

Di destpêka konferansê de Şemê Remo ya Endama Koordînasyona TAJÊ ye ji bo beşdarvanên konferansê lorînek li ser fermanê vegot û kêliyên hestiyar ku êşên hevpar yên hemû jinan hate hîskirin û zindî kirin.

‘Tenê naskirina komkujiyê têr nake, divê hesap bên pirsîn’

Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Reham Hico ve hat kirin. Reham Hico di despêka axaftina xwe de xêrhatina hemû beşdarvanên konferansê kir û di salvegera 9’’emîn ya fermana 3 Tebaxa 2014’yan de di şexsê qurbaniyên fermana 74’an de tevahî mirovên ku di komkujiyên li ser axa Iraqê de pêkhatî de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr anî û wiha got:

“Bêguman di qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’yan de herî zêde jin bûn qurbanî. Di şexsê jina Êzidî de civaka Êzidî di qirkirinê re derbas bû. Jinan femîsayid jiyan kirin. Her wiha 3504 jin dîl ketin destê çeteyên DAIŞ û li bazarên koletiyê de hatin firotin. 9 sal li ser derbas bû, hîna jî hêjmarekî mezin aqûbeta jinên Êzidî nayên zanîn û 1340 dîlgirtî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Komkujiya  3’ê Tebaxa 2014’an ya li ser civaka Êzidî pêkhatî, ji aliyê 13 welatan ve bi fermi wek komkujî hatiye qebûl kirin. Ew gavek girîng û erênî ye. Em wek TAJÊ vê biryarê bi wate dibînin. Lê tenê biryar girtin têrê nake. Pêwîste ji berpirsên vê qirkirinê hesab bên xwestin û ew werin darizandin. Lê mixabin hîna ev komkujî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatiye qebûl kirin. Hêjî ji DAIŞ û hevkarê wê hesap nehatiye xwestin.”

‘Hevgirtina jinan ferz e’

Reham Hico diyar kir ku di nava aramî û azadiyê de yêkbûna çand û baweriyan wê zilma li ser tevahî jinan û civakê têk bibe. Em bawerin ku ev konferans jî bi nîqaş û biryarên xwe re wê rê ji bo azadî û aramiyê veke. Ev jî teqez ji hevgirtin û hêza jinan derbas dibe û li ser me jî ferze û wiha dom kir:

“Hêviya ku ev konferans bibe gavek bo hezên herêmî û navdewletî xwedî li berpirsiyariyên xwe derbikeve. Êşa ku jin û civaka Êzidî jiyan kir, îro em di vê konferansê de bi hevre parve dikin. Em dizanin ku êşa jinan yeke. Li ku dibe û kî dibe bila bibe êrîşên li ser jin bi yek armanc û hişmendiyê pêk tên. Di roja îro de li seranserî cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê rojek nine ku jin rastî êrîş, tundî, destdirêjî û bê mafiyê neyên.”

Reham Hico bal kişand ser rewşa jinên li Efganistanê jî û got: “Ev 2 sal in li Efganistanê jin rewşa qetlîamê jiyan dikin. Bi tevahî mafê jiyanê ji destê jinan hatine girtin. Tişta ku li wê derê bi serê jin û civakê tên kirin, ji yaku jin û civaka Êzidî di sala 2014’yan de jiyan kirîn ne cûda ye. Bi vê boneyê vê em tekoşîn û berxwedana xwişkên xwe yên Afgan silav dikin û dibêjin em li gel we ne. Tekoşîna hevgirtî ya jinan wê desthilatdariya mêr teqez bin bixîne.”

‘Bi hevgirtina jinan yê dawî li femîsaydan bê anîn’

Reham Heco bi taybet li ser rewşa jinên Başûrê Kurdistanê jî sekinî û wiha gotinê xwe domand; “Di enfalên ku pêkhatin de bi sedan jin hatin girtin, hatin firotin û êşkence kirin. Li ser vê xakê Kurdên Feylî, Kakayî, Zerdeştî, Asurî-Suryanî û her wekî din di qirkirinan de hatin derbas kirin. Di roja me ya îro de jî bi rojane jin bi destê zilam tên qetilkirin. Bi sedan jin bi destê zilamê desthilatdar bi şêwazekî hovane tên êşkence kirin. Ango di hemû komkujiyan de jin mexdurên sereke ne.

Ev konferansa ku bi beşdariya jinên Êzidî, Kurdên Feylî, Kakayî, Zerdeştî û Mesihî û hwd. Bi dirûşmeya ‘Tekoşîna hevbeş a jinên ji pêkhate û baweriyan pêngavekê ber bi avakirina pergalek demokratîk û mîsogeriya bidawî anîna komkujiyan e’, xwedî wateyekî dîrokî ye. Em di wê baweriyê de ne ku ger ne bi yekitî û tekoşîna jinan ya hevbeş be wê rê li ber qirkirin û femîsayidan neyê girtin. Em jin bi yekîtî û rêxistinkirina xwe, hesab ji DAIŞ û hevkarên wan bixwazin û heya rizgarkirina hemû dîlgirtiyan tekoşîna xwe xurtir bikin. Ji bo hemû bawerî, netew, ol di nava azadî û aramî de bijîn, ji bo carekî din li ser vê xakê komkujî, talan, wêran û firotîna jinan neyên jiyan kirin, pêwîste tekoşîn bê dayîn.”

Konferans bi axaftina nûnerên sazî û rêxistinên jinan berdewam dike.