Konê çalakiyê yê jinên Şengalê di roja sêyan de ne

Bi pêşengiya TAJÊ jinên Êzidî li Şengalê konê çalakiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedane û di roja sêyan de çalakiya xwe dewam dikin.

Şengal - Çalakiya jinên Şengalê ku bi pêşenktiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî  (TAJÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Êzidxanê bi daxweza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji ‘lîsteyê terorê’ 28’ê Mijarê dayî despêkirin di roja sêyem de dewam dike. Bi dehan jinên Êzidî,  jinên ciwan û  endamên sazî rêxistinê civaka Êzidî ê  ji Komalgeha Borik û Duhla  seredana kon kirin. Bi kon ve wêneyên Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ku dirûşmeya, “Emê Tecrîdê Bidawî Bikin, Faşîzim Hilweşînin Bi Rêber Apo re Azad Bijîn” hene. Di çalekiyê de Sinevizyona li ser ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan hat temaşe kirin û Herwiha endama Koridinesyona Tevgera  Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hiço axivî.
Riham Hico di nirxandinên xwe de bal kişand ser giringiya fikrê Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd, civaka Êzidî û tevahî gelên bilindest û azadî xwaz û wiha got: “Ev demek dirêje ji bo azadiya Rêber Apo li seranaserî cîhanê çalakî despêkirine. Me wek civaka Êzidî jî berdewam cihê xwe divan çalekiyan de girtiye, ev konê ku me vedaye, bi heman armancê ye. Ji bo me azadiya rêber Apo giringe. Ji ber azadiya Rêber Apo di serî de azadiya civaka me û tevahî jinên cihanê û azadiya mirovahî yê ye.”
Di dewama axaftian xwede Riham Hico balkişnad ser pêvajoya fermanê û di wê demê de xwedî derketina PKK’ê li civaka Êzidî û got: “Em bi saya fikira Rêber Apo piştî fermana 3’ê Tebaxê li vir hene.  Divê gelê me bizanibe eger şagirtên Serokatî gerilayên azadiya Kurdistanê bi hawara me ve nehatibana dibe ku niha Êzidî yên li Şengalê yekê jî jiyan ne kiriba. Ji ber di vê cihanê de tenê PKK bi hawara me ve hatin. Wan em netenê ji mirinê, her wiha weke fikir jî em azad kirin. Ger îro em qala xweserî, azadî û mafê xwe dikin bi saya fikrê Rêber Apo ye.”
Hevseroka Meclisa Gel ya Gundê Borik Meyan Borik jî di derbarê girîngiya çalekiya kon de got: “Bi çalekiya xwe ya kon em dixazin tevahî cîhan rastiyê bibîne. Weke civaka Êzidî em rastî fermanekê hatin, yê em xelas kirî tenê Rêber Apo û PKK bû nabe ku kesekê ji bo azadiya gel û tevahî cîhanê têdikoşe girtî be û hêzek bi hawara gelan ve diçe nabe weke terorist bê binav kirin. Yên Kobanê, Kerkuk, Mexmur û Şengal rizgar kirî tenê PKK û fikrê Rêber Apo bû, dive ev rastî bê dîtin.”
Piştî axaftinan li ber konê çalkiyê govend hat gerandin.