Konê çalakiyan di roja sêyemîn de bi dawî bû
Çalakiya kon a Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" de danîbû bi dawî bû.
Kobanê – Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya rêzeçalakiyên pêngava "Dema dema azadiyê" ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, de 19'ê Kanunê li qada şehîd Egîd kon vedan û îroj di roja sêyemîn de çalakî bi dawî bû. Di sê rojên çalakiyê de saziyên kantona Kobanê, Kongreya Star, Çand û huner, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Rêveberiya Xweser ya herêma Firatê û hemû Desteyên wê û Partiyên Siyasî serdana kon kirin.
Endama Yekîtiya Karkeran ya kantona Kobanê Emîna Cimo di konê çalakiyê de got: "Divê em asta çalaliyên xwe hîna bi şêweyên cuda bilind bikin, ji bo şikandina tecrîdê nebese. Tenê bi vedana kon em nabin bersiv ji bo wê jî divê em ji niha û şonde rêbazên çalakiyan bihêz bikin. Bi taybet em jin divê têkevin tevgerê û nesekinin heta Rêberê xwe azad bikin."