Komxebata Rêxistina Jinên Ereb a di perwerdê de wekheviya zayendî

Ji bo di perwerdê de wekheviya zayendî bikeve meriyetê Rêxistina Jinên Ereb bi rêya komxebatên li ser zoomê xebatek berfireh dane despêkirin.

Qahîre – Komxebata perwerdê ya ji aliyê Rêxistina Jinên Ereb ve li ser zoomê hatî despêkirin heta 29’ê Tîrmehê dê bidome. Tê payîn heta dawiya komxebatan ji çar welatên Ereban ên weke Urdun, Libnan, Misir û Omanê 24 şagirt û 8 rahêner beşdar bibin. Dê mijara sereke ya komxebatê li ser di perwerdê de wekheviya zayendî be.