Komxebata parastina ziman
Bi pêşengiya MED-DER’ê û HDP’ê Komxebata ziman a bi dirûşma "Dem Dema Parastina Ziman e" hat li darxistin.
Amed - Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê(MED-DER) û Partiya Heremên Demokratîk(HDP) bi hevkarî bi dirûşma "Dem Dema Parastina Ziman e" li Otela Demîr a li Sûrê komxebateke ku wê du rojan berdewam bike dan destpêkirin. Di komxebatê de Platforma Zimanê Kurdî, Tora Ziman û Çanda Kurdî, Tevgera Jinên Azad(TJA), komeleya Jinan a Rosa û gelek nûnerên sîyasî û rêxistinên sîvîl amade bûn.
“Qeyûm despêkê êrîşî ziman kir”
Di destpêka komxebatê de hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmaskan wek moderator axivî û bal kişand ser dewlemendiya pirzimaniyê ya di rêveberiyên xwecihî de. Şîlanê, wiha berdewam kir: “Di aliyê zext û êrîşên li ser ziman de polîtîkayên qeyûm rolekê gelek girîng dilîze. Ji ber ku Qeyûm di destpêkê de êrîşî ser ziman dike. Me jî wek MED-DER û HDP li dijî van polîtîkayan xwest komxebatekê pêk bînin. Bi vê komxebatê me xwest ku em hem rexnedayîna xwe bidin û hem jî rêyên çareseriyê pêşkêş bikin.”
“Emê bi her awayî zimanê xwe biparêzin”
Axaftina vekirina komxebatê ji aliyê Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî ve hat kirin. Rıfat, wiha axivî: “Em dizanin ku Gelê Kurd bi sedan sal e û bi taybet di 40 sal ên dawîn de ji bo ziman û nasnameya xwe gelek ked û berdel daye. Her wiha gelek girtiyên ku azadiya zimanê xwe dixwazin niha ji ber vê daxwaza xwe di zindanan de ne. Ez ji vir silavên xwe ji girtiyên azadiyê re pêşkêş dikim. Em ê bi serbilindî li vê mîrateya bav û bapîran xwe xwedî derkevin û zimanê xwe bi her awayî biparêzin û bidin jiyîn.”
“Hewceye em hemû zimanên li ser vê erdnîgariyê bidin jiyîn”
Li ser navê Rêveberiya Xwecihî ya HDP'ê Parlementera Amedê Dêrsim Dag axivî û destnîşan kir ku HDP çawa ku ji gelên cuda cuda pêk tê di heman demê de gelek zimanan jî di nav xwe de dihewîne. Dêrsim, wiha berdewam kir: “Di paradîgmaya HDP’ê de pirzimanî, pir çandî û pir rengî heye. Me jî wek rêveberiya HDP ya xwecihî xwest hemû zimanên ku li vê erdnîgariyê tê axaftin bidin jiyandin. Lewra me di vî warî de komîsyonek ava kir. Hem ji bo parastina ziman û hem jî ji bo ku zimanê HDPê xweser bibe me bi zimanê kurdî komxebatek da destpêkirin. Ango ji rêveberiyan bigirin heta endamên meclîsê hemû divê bi kurdî biaxivin. Ji bo ku em zimanê xwe bidin parastin divê em di serî de bi zimanê xwe biaxivin û bidin jiyîn.
Helbet di vê rê de em ê sîyasetek pirzimanî, pir çandî pir rengî bidin jiyandin. Di vê komcivînê de jî ji bo rêveberên xwecihî ji bo sîyaseta zimanê kurdî rêyek vekin. Jiyandina zimanê kurdî li ser milê me ye. Em îro bi hevdu re zimanê kurdî şên bikin û mayînde bikin. Roj roja zimanê zikmakî, roj roja zimanê Kurdî ye. Em ê bi hevdû re niqaş bikin biaxivin û ji bo hebûna zimanê xwe têbikoşin.”
Piştî axaftinan û nîşandana sînevîzyonekê komxebatê ji çapemeniyê re girtî berdewamkirin kir.