Roja ewil a komxebata Jineolojiyê bi dawî bû

Kovara Jîneolojiyê bi sernavê ‘Di sedsala 21’ê de li dijî pergala serdest ya mêr polîtîka têkoşînê û rêbazên wê’ komxebat pek hat û roja ewil a komxebatê bidawî bû.

Wan- Kovara jîneolojiyê komxebata bi ser navê ‘Di sedsala 21’ê de li dijî pergala serdest ya mêr polîtîka têkoşînê û rêbazên wê’ ya du rojan wê pêk bê da destpêkirin Komxebat li oteleke wanê pêk hta û hevseroka giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên DEM Partiyê, parlamenterên berê yên HDP’ê Sebahat Tuncel, Huda Kaya, hevşaredara bajarê mezin a Wanê Neslîhan Şedal û gelek jinên femÎnîst tevli bûn.

Endama Lijneya Weşana Kovara Jîneolojiyê Derya Aydin axaftina vekirinê kir û piştî vê sernvê ‘Ji duh heta îro jîneolojî: Çima çawa’ hat nîqaşkirin. Moderatoriya vê rniştinê ji kovara jîneolojiyê Rojda Yildiz kir. Piştre Fîgen Aras û Ayşe Berktay jîneolojî vegotin.

‘Li dora jîneolojiyê zanistek nû ava dikin’

Fîgen Aras di runiştina ewil de mafê axaftinê girt û da zanîn ku ew wek jinên ku zimanê wan hatine qedexekirin li dora jîneolojiyê zanistek nû ava dikin û got di çarçoveya xebatên jîneolojiyê de zanist û zanînê nîqaş dikin. Piştî vê Ayşe Berktay axivî û balkişand ser girîngiya jîneolojiyê.

Di runiştina duyemîn de jî mijara ‘qadên tundiyê û di serdema nû de venasîna nû ya tundiyê’ hat nîqaşkirin. Moderatorî Derya Aydin kir û Derya Moray û Ferîde Eralp jî der barê mijarê de axivîn.

Di runiştina dawî ya rojê de sernavê ‘nexşerêya panoramîk a polîtîkayên nîjadperest,netewperest, olperest û zayendperest’ hat nîqaşkirin.  Moderatorî Derya Aydin kir. Ruşen Seydaoglu, Fatma Gok û Huda Kaya jî axaftin kirin.

Piştî vê derbasî beşa pirs û bersivan bûn û roja ewil a komxebatê bidawî bû. Komxebat sibê wê berdewam bike.