Komxebata Jinên Minbicê ya li ser mijara di şer de parastina jinê

Navenda Meclîsa Jinên Sûriyê ya bajarê Minbicê têkildarî biryara 1325’an a têkildarî jin, aştî û ewlehiyê ku NY ji bo ewlehiya jinên li herêmên şer heyî derxistiye komxebatek lidarxistin. Jinan di komxebatê de dan zanîn ku ev biriyar li tu deverên Rojhilata Navîn ên şer lê heyî nexistine meriyetê û bilêv kirin ku wan bi saya têkoşîna jinê karîne xwe biparêzin.

 
Minbic – Navenda Meclîsa Jinên Sûriyê ya bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komxebatek lidarxistin. Mijara sereke ya komxebara jinan derbarê biryara 1325’an a ku 31'ê Cotmeha 2000'an ji aliyê Netewên Yekbûyî ve ji bo parastina jinan di dema şer û pevçûnan de hatibû derxistin bû.
"Biryara 1325’an li Sûriyê nayê pêkanîn" 
Hevseroka Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Minbicê Rîm Derwîş destnîşan kir ku biryara 1325’an di demên şer de jinan ji her cureyê tundiyê diparêze û wiha berdewam kir: "Lê ev biryar ji ber şerên ku diqewime li Sûriyê nayê pêkanîn, bi taybetî li herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin. Her wiha ev biryar li hemû herêmên Rojhilata Navîn ên ku şer û pevçûn li wan deran berdewam dike, nayê sepandin û jin ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar in. Deskeftiyên ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistne, ne bi saya biryarên Neteweyên Yekbûyî bû, berhemên têkoşîna şoreşa jinan e."
“Li qadên ku hatine dagirkirin, jin bi tûndiyê re rû bi rû ne”
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya bajarê Minbicê Mîrvet Hemed jî diyar kir ku ew rojane dibin şahidê tawanên li dijî jinan li navçeyên ku şer li wan deran diqewime û wiha got: "Biryara 1325 parastina jinan ji hemû şeran destnîşan dike, lê em rojane dibin şahidê tawanên li dijî jinan li navçeyên ku şer li wan diqewime. Ji aliyê din ve jî Neteweyên Yekbûyî li hemberî vê yekê bedeng e û sûcdar nayên cezakirin. Divê jin hemû bibin yek da ku destkeftiyên xwe biparêzin, ji bo mafên xwe têbikoşin û dev ji daxwaza mafên xwe û pêkanîna biryar û yasayên ku wan diparêzin, bernedin."