Komxebata jinan: Hevgirtina jinên Sûriyeyê bingeha rawestandina qirkirinan e

Bi dirûşma “Hevgirtina jinên Sûriyeyê, bingeha rawestandina qirkirina li ser jinan a li peravên Sûriyeyê ye” Platforma Çalakiyên Hevbeş û rêxistinên jinan ên bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komxebatek li dar xist.

Hesekê – Platforma Çalakiyên Hevbeş û Rêxistinên jinan yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komxebatê li parka Mişwar a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê li dar xist. Bi dehan nûnerên rêxistinên jinan, partiyên siyasî, hiqûqî û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Êzidî û hevseroka meclisa rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd amade bûn.

Di komxebatê de li ser mijarên bi sernavê “Komkujiyên li ser jinan çêdibin” û “Helwesta jinan a li hemberî danezana destûra Sûriyeyê” nîqaş hatin kirin. 

‘Li peravên Sûriyeyê dîroka komkujiyan xwe dubare dike’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama koordînasyona meclisa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sebah Şabo got ku Sûriye wê bi nêrîn û mêjiyê jinan were avakirin, piştî guhertinên ku pêk hatin û hebûna kesên destên wan di xwînrijandina jinên Sûriyeyê di hikûmeta demkî ya nû de xeter û metirsî çêbû. HTŞ’ê îro bi hincetan komkujî li ser civaka Elewî pêk tîne tê de jin û zarok in. Komkujiya li peravên Sûriyeyê pêk tê dîrok xwe dubare dike lewma îro em weke jin hevgirtina xwe ava dikin da ku em rê li ber van komkujiyan bigrin. Banga me ji tevahî jinên Sûriyeyê ku bi yekitî û hevgirtina jinan ji bo em rê li ber van komkujiyan bigrin. Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku di vê pêvajoyê de xwedî li civaka peravê Sûriyeyê derket û alîkarî pêşkêş kir.”

‘Têkoşîna ji bo wekhevî û edaletê nayê perçekirin’

Paşê mijara yekem a bi sernavê “Komkujiyên li ser jinan pêk tên” ji aliyê endama Kombûna Jinên Zenûbiya Şehrezad Casim ve hat birêvebirin. Şehrezad wiha got: “Vê komxebatê ne tenê ji bo em behsa komkujiyan bikin me li dar xist. Em tekez dikin ku rastî berpirsyariya me ye û bêdengî şerm e, hevgirtina jinan wê bersiva kiryarên tunekirinê be. Tiştên ku duh li Efrîn, Şengal, Serêkaniyê û Girê Spî pêk hat îro li peravên Sûriyeyê pêk tên. têkoşîna ji bo wekhevî û edaletê nayê perçekirin lewma îro em van komkujiyan qebûl nakin û banga hevgirtina jinan dikin.”

‘HTŞ ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe komkujiyan pêk tîne’

Şêrezad di berdewama axaftina xwe de bal kişand ku redkirina rola jinan di Sûriyeya nû de rê li ber komkujiyan vedike û wiha anî ziman: “HTŞ ji bo parastina siyaseta xwe ya yekreng û cîhadî komkujiyan li ser civaka Elewî pêk tîne, redkirina rola jinan û hedefgirtina wan ji ber ku hêz û îradeya jinan xeter li ser berjewendiyên xwe dibîne lewma hebûna jinan red dike. Siyaseta ku rejîma Baasê dide meşandin û ya ku HTŞ dike heman siyaset e û bi heman ferasetê ye.”

 ‘Mirovên li peravên Sûriyeyê rastî komkujî û siyaseta birçîkirinê tên’

Dûre 3 jinên ji peravên Sûriyeyê bi riya WhatsApp beşdarî komxebatê bûn û banga alîkariyê ji bo şêniyên li peravên Sûriyeyê kirin û gotin: “Çiqas zor û zehmet e jin bi çavên xwe kuştina zarok, xwişk û birayên xwe bibîne. Ev kesên ku komkuji pêk tînin Tirk in. Jin wê çawa jiyana xwe berdewam bikin piştî hovîtiya ku bi çavên xwe dîtin. Tu ol û bawerî van kiryaran qebûl nake, em û hemû jinên Sûriyeyê nikarin di bin pergal û bîrdoziyeke wiha de bijîn. Di demeke ku hêviya me bi jiyana azad a li ser axa me heye de, em rastî komkujiyan di bin navê ola Îslamê de hatin. Niha xelkên ku li peravên Sûriyeyê dijîn û ji komkujiyan xelas bûn ji birçîna dimrin. Niha siyaseta birçîhiştinê didin meşandin em banga alîkariyê dikin. Eger mirovahî hebe divê her kes bi wijdan be û bibe alîkar.”

‘Pêwistiya Sûriyeyê bi destûreke ku mafên jin û pêkahteyan biparêze heye’

Mijara duyamîn bi sernavê “Helwesta jinan li hemberî danezana destûra Sûriyeyê” ji aliyê endama koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Emîna Omer ve hat birêvebirin û wiha axivî “Piştî 54 salan îlankirina destûrê rê li ber gelek komkujiyan vekir. Îlankirina destûra Sûriyeyê metirsî û xeterê li ser gelê Sûriyeyê çêkiriye ji ber ku destûr ne bi nêrîna gel hat nivîsandin û mafên gelan neparast. Ev destûr nasnameya rengîn a xelkên Sûriyeyê red dike. Di destûrê de navê komara Ereb a Sûriyeyê nehat guhertin û ev nerazîbûn ji aliyê pêkhateyan derxist holê ji ber ku li Sûriyeyê ne tenê Ereb hene, Kurd, Ermen, Suryan, Elewî  hene lewma ev destûr ne bi rengekî qanûnî û edalet hatiye çêkirin. Komkujiyên ku îro li peravên Sûriyeyê pêk tên û bêdengî û nelîstina rola hikûmeta demkî li hemberî van komkujiyan nayê qebûlkirin. Di destûrê de weheviya jin û mêr tune ye û rola jinan hatiye redkirin. Em weke jin evqas sal e têdikoşin û berxwedanê didin meşandin, bang dikin ku destûreke nû ji Sûriyeyê were amadekirin ku ne navendî be û mafên her pêkhateyê tê de were parastin.”

Komxebat bi encamnameyê bi dawî bû. Xalên sereke yên di encamnameyê cih girtin wiha ne:

*Damezirandina komîteyên lêkolîn û çavdêriyê yên navdewletî yên serbixwe ji bo belgekirina hemû binpêkirin û komkujiyên ku li ser jin û zarokan li peravên Sûriyeyê tê kirin û li gorî pîvanên zagonên navdewletî û berpirsên wê divê ji dadgehê re were şandin .

*Bicihanîna biryarên Encumana Ewlekariyê ya 2254 ji bo pêkanîna agirbestê û pêkanîna rola jinan di qada siyasî û hemû qadên din de.

*Divê zexteke navdewletî li ser biryara Meclisa Ewlekariyê 1325 a ji bo parastina mafên jinan hebe.

*Destûra ku ji aliyê hikûmeta demkî ve hat ragihandin divê were sekinandin û guhertin û destûreke nû ya ku mafên jinan û pêkhateyan tê de tê parastin were nivîsandin.

*Avakirina yekitiyê û hevgirtina jinên Sûriyeyê ku bi vê yekitiyê jin bikaribin rêveberiya vê pêvajoyê bikin û mafên xwe biparêzin.

*Divê mafên hemû pêkhateyan werin parastin di bin sîwana zagoneke neteweyî de ji ku rê li ber hemû kiryar û siyastên qirkirinê were girtin.

*Pergala Rêveberiya Xweser mînaka hevgirtin û jiyana hevbeş a di nava pêkahteyan de ye û tecrubeyek çareserî û avakirinê bi xwe re tîne.