Komxebata Jin û Rola Wê destpê kir

Komxebata Jin û Rola Wê Herêmî û Ekolojî Di Desteya Rêveberiyên Bakûr û Rojhilatê Sûrî de bi hevbeşiya Kongra Star, Desteya Jin û Navenda Lêkolînên Jineolojî li Hesekê destpê kir.

Hesekê – Bi dirûşma “Bi Jin, Jiyan, Azadî Ber Bi Şoreşa Jinê Ve”Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordîneya Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Navenda Lêkolînan a Jinelojiyê Komxebata Jinan û rola wan di Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li Hesekê destpê kir.

150 delegeyên ji partiyên siyasî, rêxistinên jinan, Kombûna Jinan a Zenobiya, Yekîtiya Jinên Ciwan û endamên Desteya Rêveberiya HEremî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî komxebata ku li seyrangeha Şeto ya bajarokê Tiwêne ya Hesekê hat lidarxistin bûn.

Jin di avakirina pergala demokratîk de gavên girîng davêjin

Hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser Îlham Metlî ya destpêkê axivî, bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: “Li gel şert û mercên heyî em di pêvajoyeke istîsna re derbas dibin. Di encama erdhejê de bi hezaran sûrî bûn qurban. Gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê berdewam in.”

Îlham Metlî destnîşan kir ku tevî van şert û mercan û zihniyeta baviksalarî lê bi saya têkoşîna jinan a berdewam û hêviya nûkirî, jinan gavên taybet di avakirina pergaleke demokratîk de avêtin û wiha got: “Gava yekemîn, amadekirina jinan di aliyê derûnî û fikrî de bû ku ji zulm û zihniyeta baviksalarî û urf û adetan xilas bibe yên ku jiyana wê di mal de sînordar kiribûn û wê ji hemû qadên jiyanê dûr xistibûn.

Îlham Metlî diyar kir ku di civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgereke dîrokî û geşepêdaneke civakî ya berfireh heye ku tevlêbûna jin di teoriya avakirinê û pêşxistinê de teqez dike.

Komxebat ji dû beşan pêk tê

Li gorî bernameyê komxebat ji du beşan pêk tê. Di beşa yekemîn de 4 mijar hene. Ya yekemîn Hevjiyana azad e ku dê ji aliyê endama Navenda Jnelojiyê Nofa Elî ve bê dayîn.

Mijara duyemîn bi serenavê “Hevserokatî di navbera têgîna teorî û pratîkê de” ye ku hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid dê bi rê ve bibe.

Di ya sêyemîn de dê sînevizyonek têkildarî rola jinan di şaredariyên cîhanê de bê pêşandan.

Di ya çaremîn de, dê îşaret bi rola jinan di şaredariyên dewletên îslamî de, rola jinan di şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de piştî şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an were kirin ku dê hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Stêra Murad bi rêve bibe.

Beşa duyemîn a forumê ji 3 mijaran pêk tê. Ya yekê bi navnîşan “Têkiliya xwezayê û rola wê di parastina jîngehê de” ku dê seroka Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Minbicê Ala Kesmo bi rêve bibe.

Mijara duyemîn bi sernava “Pergala nivîsgehên jinan a şaredariyan, mekanîzmeya karê wê, rola jinan di beşên şaredariyê de” ye ku dê endama Rêveberiya Nivîsgeha Jinan a Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Jîn Bekir bi rêve bibe.

Mijara sêyemîn bi sernava “Stratejiya amadekirina projeyan, proje û şaredariya mînak” e ku dê cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer bi rêve bibe.