Komxebata Di Rêveberiyên Herêmî de Polîtîkayên Jinê hat lidarxistin

Komxebata “Di Rêveberiyên Herêmî de Polîtîkayên Jinê” ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya HDP û Partiya Çep a Kesk ve tê organîzekirin dest pê kir. Jinan di axaftin û pêşkêşiyên xwe de gotin “hevserokatî û temsîliyeta wekhev xeta me ya binefşî ye’.

Şirnex - Meclîsên Jinan ên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca amadekariyên hilbijartinên herêmî de li Silopiyayê Komxebata Polîtîkayên Jinan ên Rêveberiyên Herêmî lidardixin.

Platforma Jinan a Şahmaran, Komeleya Jinan a Mîmoza, Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Demê ya Jinan, Komeleya Piştevaniya Jinê ya Stêrka Deryayê û gelek saziyên jinan beşdarî komxebata bi sernavên “Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê", "Aboriya Jinan", "Ekolojî û Jin", "Çand û Ziman", “Hevjiyana Azad” û "Pergala Hevserokatiyê" bûn.

‘Em ê tu carî tawîzê nedin’

Komxebat bi axaftina Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan dest pê kir û bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: "Me tu carî dev ji sekna xwe berneda. Niha ji Mêrdînê, Enqerê, Amedê û Êlihê, ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek jin li vir in. Em dibêjin hûn bi xêr hatin." 

 ‘Hûn nikarin bi polîtîkayên dijminatiyê têkoşîna jin û kurdan têk bibin’

Pişre parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Halîde Turkoglu axivî û silavên xwe ji Gulten Kişanak û girtiyên din re şand. Halîde, diyar kir ku ji ber ku pergala hevserokatiyê temsîliyeta wekhev esas digire dibe hedefa êrişên AKP-MHP'ê û got: "Em tu carî ji gotina 'Pergala Hevserokatiyê xeta me ya mor e' paşve gav navêjin. Em ê li her qadê vê esas bigirin. Em ê bi nîqaşên xwe rengê xwe bidin hilbijartina herêmî ya 2024'an."

Halîde, di axaftina xwe de wiha bal kişad ser binçavkirin û girtinan: "Me bi dehan caran got û carek din jî dibêjin em tu carî li hemberî zilmê dev jî demokrasî, azadî û wekheviyê bernadin. Hûn nikarin bi polîtîkayên dijminatiyê têkoşîna jin û kurdan têk bibin. Êrişên ku niha li Rojava pêk tên encama polîtîkayên dijminatiyê ye. Em vê rastiyê baş dizanin ku êrişa li hemberî Rojava êrişa li hemberî destkeftiyên jinên kurd e. Li Rojava bi pêşengiya jinan çeteyên DAIŞ'ê têk çû û şoreşa ku li tevahiya cîhanê re bû mînak pêk hat. AKP-MHP vê şoreşa ku pêk hatî kir hedef."

 ‘Domandina polîtîkayên bêcezahiştinê encamên polîtîkayên îktîdarê ye’

Halîde di axaftina xwe de bal kişand polîtîkayên qeyûman, astengkirina xebatên saziyên jinan û wiha bi lêv kir: "Gelek saziyên jinan ji hêla qeyûman ve hedef hatin girtin. Gelek jin ji kar hatin dûrxistin. Di 9 mehên dawiyê ya îsal 234 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Mirina 176 jinan jî bi guman e. Girtina saziyên jinan, domandina polîtîkayên bêcezahiştinê encamên polîtîkayên îktîdarê ye."

Parlamenter Halîde wiha dawî li axaftina xwe anî: "Polîtîkayên şer ên ku dibe sedema şewitandina daristanên me, polîtîkayên qeyûman a ku bajar kirine beton û bi her awayî êrişê li qadên jiyanê dikin, dê rê û rêbazên têkoşînê firehtir bikin. Em ê li vir wan mijaran nîqaş bikin. Em ber bi hilbijartina herêmî ya sala 2024'an ve diçin. Ji ber vê yekê ev komxebat ji bo me girîn e."

Ji Rojava jî pêşkêşî hatin kirin

Piştî axaftina Halîdeyê der barê têkoşîna jinên Rojava sînevîzyonek hat temaşekirin. Dû re jî komxebat bi nîqaşan berdewam kir. 

 Mijara bi sernavê “Modela Rêveberiya Herêmî ya Şengalê" ji hêla Hevşaredara Sibayê Elmas Nayif ve hat kirin. Elmas, bal kişad ser modelê û behsa têkoşîn û berxwedanê kir. Ji Rojava jî Berîvan bi dîmen bi sernavê “Modela Rêveberiya Herêmî ya Rojava" nêrînê xwe anî ziman. Her wiha Gundê Jinwar a li Hesekê jî bi dîmenan hat nîşandan. 

Beşdarên komxebatê, bi dirûşma "Jin jiyan azadî" Rojava û Şengalê silavkirin.  

Komxebat bi xebatên kargehan didome.