Komxebata Dayikên Aştiyê bi dawî bû
Dayîkên aşitiyê yên ji çar aliyên Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê komxebatek li darxistin. Di komxebatê de nirxandin li ser êrîşên dagirkeriyê, bandora wê ya li ser Kurdistanê, rola dayikan di çareseriya pirgirêkan de hatin kirin.
Silêmanî- Dayikên Aşitiyê yên ji çar aliyên Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê, rola dayikan di pêşî lêgirtina êrîşan û çareseriya pirsgirêkan de cara yekem di asta netewî de komxebateke berfireh li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê lidarxistin. Komxebat bi dirûşma “Bi hewla dayikan Emê bi hev re dagirkeriyê têk bibin û aştiyê mîsoger bikin” li hola Kûrtebele ya bajarê Silêmaniyê bi amadebûna hat lidarxistin. Di komxebatê de 4 mijarên sereke di derbarê dagirkerî û êrîşên li ser Başûr, Bakur, Rojava, Kampa Mexmûr û Şengalê hat goftogo kirin. Axaftina vekirina komxebatê ji aliyê Dayika Aştiyê Fewziya Adulkerîm ve hat kirin.
“Divê em dayik ji bo rawestandina şer xebatê bikin”
Fewziya Adulkerîm li ser giringiya rêzdarî û gotina dayikên temen mezin di nava civakê de sekinî û bi lêv kir ku ji bo aramiya welat bar dikeve ser milê wan. Fewziye dest nîşan kir ku pêdivî heye ew weke dayikên vî welatî hewla rawestandina şer bidin û wiha domand: “Pêwîste em dayik hewil bidin ku şer bisekinînin û aştî û aramiyê binin welatê xwe.”
“Bi destê dagirkeran dixwazin rola dayikan ji holê rakin”
Piştre Mamosta û çalakvna Başûrê Kurdistanê Sînor Kerîm goterek di derbarê ‘Rola dayikan di perwerdê de’ pêşkêş kir û da diyarkirin ku dayik dibistana yekem ya zarokan û mamostaya yekeme, lê niha hewil tê dayin ku cewher û rola dayikê ji holê rabe. Sînor Kerîm da zanîn ku eve siyasetek wisane ku daku rola dayikê nemîne û got: “Nîştaman weke dayik tê pênasekirin, ji ber nîştiman xwedî qurbaniye û dayik jî rola sereke di leyîze bi rola parêzvaniyê li xak û niştimanê dike. Dayik niha li vêderê ne ewên ku berxwedanê dikin rola me hemûyane, lê belê bi destê dagirkeran dixwazin rola dayikan ji holê rakin û êrîşî ser xak, ziman û çanda me dikin.”
“Dewleta Tirk dixwaze xeyalên xwe yê osmaniyan pêk bîne”
Hevseroka Meclisa Gel a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Pakistan Mehmud jî di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk a ji derveyî yasayên nêvdewletîne de ev nirxandin kir: “Êrîşên dewleta Tirk yên ser Şengal, Mexmûr, Başûrê Kurdistan û çar parçeyên Kurdistanê, armanca van êrîşan bi hêceta PKK’ê dagirkirina xaka Kurdistanê hemû ye. Destpêka vê dagirkeriyê ji beriya sed salan bi peymana Lozanê Kurdistan kirin çar parçe, di sala 2023’an de peymana Lozanê wê bi dawî bibe. Ji bo vê êrîşî Kobanê, Efrîn û tevahiya Rojavayê Kurdistanê û çar parçeyan xaka Kurdistanê dike. Lê belê dubare dixwazin xaka Kurdistanê heta sed salên din jî parçe bikin. Hemû hêzên dagirker li dijî Kurdan dibin yek daristanan di şewitinin, demografiya herêmê diguherin bi bombaranan êrîşî Kurdistanê dikin, hemû çekên pêşketî li ser Gelê Kurd di ceribînin û evane hemû li dijî yasayên nêvdewletî û exlaqîn e. Dewleta Tirk dixwaze xeyalên xwe yê osmaniyan pêk bîne. Divê em weke jin şiyarbîn û rê nedin ku dewleta dagirker ya Tirk pilanên xwe yên berîya çend salan bi cih bikin.”
“Dê dagirkerî ticarî negihe armanca xwe”
Endama rêxistina Kongra Star ya Rojavayê Kurdisatanê Bêrîvan Mehemed di derbarê dagirkeriya li ser Rojavayê Kurdistanê de goterek pêşkêş kir û da diyarkirin ku şerê Rojavayê Kurdistanê şerê jinê ye û wiha got: “Şerê Rojavayê Kurdistanê, ne tenê şerek li dijî Rejîma Baas bû, şerê li beramberî hemû sîstema ku dixwest Kurdan tune bike bû. Dewleta Tirk ji dixwest bi êrîşên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê destkefiyên Kurdan tune bike, lê belê nekarin bigihe armanca xwe.”
“Pêdivî heye kurd bi yek dengî li hemberî dagirkeriyê derkevin”
Dayika Aştiyê ya ji Rojhilatê Kurdistanê Dayê Amîne jî di erbarê yekgirtina dengê gelê Kurd yê li dijî dagirkeriyê de ev nirxandin kir: “Weke dayikek a şehîdan ez êrîşên dewleta Tirk şermezar dikim. Gelê Kurd daxwaz ji desthiladariya herêma Kurdistanê kir ku piştgiriya yekitiyê bikin lê gul nedan daxwazan û bi ya xwe dikin. Pêwîste aliyê siyasî bibin yek û Yekitiya Netewî pêkbînin û bi yek dengî li dijî dagirekeriya dewleta Tirk derbikevin.”
Komxebatê bi mijarên li ser êrîşên dagirkeriyê, bandora wê ya li ser Kurdistanê, rola dayikan di çareserkirina pirgirêkan de bi dewlemendiya nêrînan heya êvarê dewam kir û bi têbiniyên giring ên li ser xebatên ji niha û şonde bên kirin dawî bû.