‘Komplo bi jiyanîkirina felsefeya azadiyê dikare bê têkbirin’
Rêvebera Meclisa Jin a Saziya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Cewahir Osman têkildarî komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ku komplo bi jiyanîkirina felsefeya azadiyê dikare bê têkbirin.
Qamişlo - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Komploya Navneteweyî di 15’ê Sibata 1999’an de hat girtin, 24 sal in di bin tecrîdek girankirî de ye. Rêvebera Meclisa Jin a Saziya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Cewahir Osman bal kişand ku jinan bi fikrên azadiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Şoreşa Jinan pêk anîn û got ku bi hêza heman jinan dê komplo bê têkbirin.
Cewahir Osman komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî êş û bêbext wesf kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “24 sal in ku Rêber Apo dîlgirtî ye, 22 meh in tecrîda li ser wî giran dibe û tu agahî jê nayê girtin. Dewletên kapîtalîst bûn destek di vê komployê de û heta roja îro berdewam dike. 15’ê Şibatê ji bo me bi êşe û ev yek dihêle ku em karê xwe zêdetir bikin ji bo şikandina vê tecrîdê. Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehan de mafê wan ê mirovî û hiqûqî nehat parastin, bi hincetên xapînok û siyasetên dijmirovî tecrîd li ser tê girankirin.”
‘Rê li ber Tirkiyeyê vekiriye ku her cure êrîş ser gelê me bike’
Cewahir Osman di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewatiya ku ji dewleta Tirk re hatiye piştî komployê ku êrîşî gel bike û wiha pê de çû: “Gelek dewletan wekî heval û alîgir ji bo Rêber Apo xwe didan xuyakirin lê mixabin rûyê wan ê veşartî di komployê de hat xuyakirin û rastiya wan jî hat eşkerekirin, ev yek jî bû sedem ku komplo temam bibe. Di heman demê de komployê rewatî da dewleta Tirk ku her cure êrîş û şer li ser gelê me pêk bîne, bi taybetî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Tirkiyeyê ji bo ku pirsgirêkên xwe yên hundirîn veşêre, xwest rojeveke nû çêbike.”
‘Bîrdoziya azad nayê tunekirin’
Cewahir Osman diyar kir ku bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dîlgirtinê tu carî nayê çewisandin û wiha anî ziman: “Dewletên komploger plan kiribûn ku Rêber Apo dîl bigrin ji bo fikrên wî yên azad û demokratîk neyên belavkirin lê belê hesabên wan ne wekî ku dilê wan dixwest, derket. Bîrdoziya ku Rêber Apo belav kir û da pêş bîrdoziya azadkirina fikrê mirov bû, lewma birdoziyek azad û demokrat bi dîlgirtinê nayê tunekirin. Ji ber vê yekê jî dirûşma me her dem ew e ku Rêberê me rast e di girtîgehê de ye lê fikrên wî azad in û di dil û mejiyê me de dijî. Bi komployê hêza wê tune nebû û nikaribû vê ramana rast û dirust têk bibe.”
‘Jiyanîkirina felsefeya azadiyê riya têkbirina komployê ye’
Cewahir Osman teqez kir ku bi qasî êşê îsrara wan zêde ye ku dê bi hebûna xwe komplogeran tune bikin û wiha bi dawî kir: “Em wekî gelê Kurd û bi taybetî jin, bi qasî êşa ku me ji ber dîlgirtina Rêber Apo kişand îsrar jî heye. Her ku diçe hêrs û têkoşîna me ji bo azadkirina serokê me zêdetir dibe. Em êşa xwe ya tecrîda giran a li ser rêberê xwe bi berxwedanê derman dikin. Meşandina ser raman û felsefeya Rêber Apo dibe riya hilweşandina sîstema faşîst û komploger. Çiqas komplo û êrîş li ser me zêde dibin, îsrara me zêde dibe û em ji bo gihandina armancên xwe kar û xebatan xurt dikin. Dibe ku gelek zehmetî di riya me ya têkoşîne re derkevin lê em ê dîsa berdewam bikin. Rastiya heyî ew e ku hebûna me tunekirina dewleta tirk û hevkarên wê ye.”