Kompanya Çetir: Divê jiyana rojnamevanan were parastin
Kompanya Çetir bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihand ku bi qetilkirina rojnamevanan wê nikarin dengê azadiyê qut bikin.
Navenda Nûçeyan- Çalakî û nerazîbûnên li dijî qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji aliyê dewleta Tirk ve berdewam dike. Di heman çarçoveyê de Kompanya Çetir a ji bo Xebatên Medyayê, daxuyaniyek çapemeniyê da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dengê azadiyê bi qetilkirina rojnamevanan nayê qutkirin.
Her wiha bang li civaka navneteweyî hate kirin ku sînorek ji bo qetilkirina rojnamevanan ji aliyê dewleta Tirk ve were diyarkirin û jiyana rojnamevanan biparêzin û ji bo karê wan şert û mercên guncaw peyda bikin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Di bin desthilata rejîmên dîktator de gihandina rastiyê zehmet bûye, faşîzm bi her rê û rêbazê hewl dide ku tekane deng be û ji bo vê jî bi her awayî êrişî dengên beramber dike. Ji ber vê yekê rojnamegeriya azad ku vê rastiyê hildigire bi her awayî ji aliyê dîktatoran ve tê hedefgirtin.
Piştî rûxana rejîma Esed, herêm ketiye qonaxeke nû û sîstema Xweseriya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku prensîbên şoreşa Rojavayê Kurdistanê hildigire, bûye xaleke girîng di van guhertinan de û di dîzaynkirina Rojhilata Navîn a nû de roleke aktîf dilîze. Dewleta Tirk a dagirker ku zêdetirî sedsaleke bi hemû hêza xwe ve gelê Kurd qetil dike, bi hevkariya çeteyên xwe êrişek berfireh û dijwar li dijî destkeftiyên gelê Kurd û gelên din ên li Sûriyeyê destpê kir. Êriş bir ser Kobanê ku weke sembola berxwedana şoreşa jinê, jiyan û azadiyê ya ku bûye gerdûnî û nirxên mirovahiyê parastiye. Her wiha destpêka têkçûna DAIŞ û xîlafeta wê bû û hemû cîhanê Kobanî weke sembola têkoşîna li dijî tarîtiyê qebûl kir.
‘Dewleta Tirk rojane êrişî gelê Kurd dike’
Dewleta Tirk a dagirker bi gotina ‘ger li Efrîqayê jî çadirek a Kurdan hebe, dê xirab bikin’ rojane êrişî gelê Kurd dike. Bi taybet li Kobanê û hewl dide bi rêya şerê derûnî civakê bê hêvî bike. Ji bo vê yekê jî hemû dezgehên çapemeniyê yên dewleta Tirk wek navenda şerê taybet kar dikin û rastiyan vedişêrin. Li beramber da rojnamevanên azad hewl didin ku li dijî şer derbikevin û bibin dengê azadîxwazan.
Êrişên li ser rojnamevanan kiryarên terorîstî ne ku ji aliyê dîktatoran ve ji bo veşartina rûyê rastiyan tên pêkanîn. Dewleta Tirk di vî alî de ji bo rojnamegeran bûye goristan û bi awayekî sîstematîk êrişî wan dike. Li aliyek ku rojnamevan bi Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan tên parastin û divê neyên hedefgirtin. Lê em her roj dibin şahidê kiryarên terorî yên dewleta Tirk yên li dijî rojnamegeran.
‘Dewleta Tirk rojnamevanan dike hedef’
Di nava 4 mehên borî de bi dehan rojnamevan bi awayek raste rast ji aliyê balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker ve hatine hedef girtin ku di encama van êrişan de 5 rojnamevan hatin şehîdxistin û gelek rojnamevan jî birîndar bûn.
Di 23’ê Tebaxa îsal de komek rojnamevanên girêdayî dezgeha me li nêzîkî Seyîdsadiq ku ji bo karê rojnamevaniyê berê xwe dabûn herêm, bûn hedefa balefira bê mirov a dewleta Tirk û di encamê de 2 rojnamevanên bi navê Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn. Her wiha 8’ê Tîrmehê de jî li Şengalê rojnamevanên Çira FM bi heman şêweyê bi balefira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker hatin bombebarankirin û di encamê de rojnamevan Mîrza Murad Îbrahîm gihişte asta şehadetê.
Di 19’ê Kanûnê de jî wesayîta ku 2 rojnamevanên Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA) tê de bûn li ser rêya bajarokê Sîrîn ji aliyê balafirên bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker ve hate hedef girtin û 2 rojnamevanên bi navê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin şehîdxistin. Her wiha şofêrê wesayîtê jî birîndar bû.
Her du rojnamevan di şopandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendava Taşirîn û bajarê Kobanê yên rojên dawî de rolek aktîf lîstin. Dikaribûn rastiyan ji raya giştî re ragihînin û ragihandina şer red bikin.
Her du rojnamevan di şopandina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bendava Tişrîn û bajarê Kobanê yên rojên dawî de rolek aktîf lîstin. Wan karî rastiyan ji raya giştî re ragihînin û ragihandina şerê taybet derewîn derbixînin.
Giringe ku bê gotin hedefgirtina van rojnamevanan kiryareke terorîstî ya plankirî bû. Bêdengiya cîhanê ya li hemberî kiryarên terorîstî yên dewleta Tirk, rewşeke metirsîdar derxistiye holê û bûye sedema berevajîkirina rastiyan.
‘Divê dawî li girtin û qetilkirina rojnamevanan were’
Rojnameger, her roj bi gefên desthilatdaran re rû bi rû dimînin ku armanca wan bêdengkirina heqîqetê ye. Divê her kes bizane ku ev çavtirsandin rojnamevanên azad û xwedî wijdan natirsîne û ewê ji îfadekirina rastiyan dudilî nebin. Em dixwazin bi helwestek hevpar pêşî li van sûcan bigirin û dawî li siyaseta kuştin û girtinê ya rojnamegeran bînin.
Divê li qada navxweyî û navneteweyî li dijî dewletên sucdar têkoşîneke hiqûqî bidin meşandin. Em bang li medyaya Kurdî û navneteweyî, her wiha rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember her êrişeke li dijî rojnamegeran berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Her wiha daxwaz ji raya giştî ya cîhanê dikin ku li ser qetilkirina rojnamevanan ji aliyê dewleta Tirk ve bêdeng nemînin û sînorek ji bo kiryareên dewleta faşîst a Tirkiyeyê diyar bikin. Jiyana rojnamevanan biparêzin û ji bo karê wan şert û mercên guncaw peyda bikin. Divê mafê civakê yê wergirtina agahiyan bê parastin.”