Komkujiya Parîsê li gelek cihan hat şermezarkirin
Li Qamişlo, Şehba, Hesekê, Kobanê û Til Temirê bi pêşengiya Kongra Star êrîşa ku duh li dijî navenda çanda Ahmet Kaya pêk hatibû bi daxuyaniyan hat şermezarkirin. Li wargeha Mexmûrê jî gel li dijî komkujiyê li qadan bû.

Navenda Nûçeyan – Duh li paytexta Fransa Parîsê li ser Navenda Çandê ya Kurdan a Ahmet Kaya êrîşa çekdarî pêk hat û di encamê de pêşenga Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara ( Evîn Goyî), Hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdullah Kizil jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê bûyerê li her aliyên Kurdistan û derveyî welat xwepêşandanan dest pê kir û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi çalakî û daxuyaniyên cur bi cur vê komkujiyê şermezar dikin. Îro jî gelê bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û bi tundî şermezar kirin. Ji ber Mizgefta Şelah, heta ber çerxeriya Sonî meş domiya.
‘Hemû komkujiyên li Rojhilata Navîn ji aliyê dewleta tirk ve tên kirin’
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif wiha axivî: “Em di serî de her sê şehîdan bi bîr tînin û dibêjin şehîd namirin. Cîhan hemû dizane ku terora mezin û îro cîhanê tehdît dike Erdogan û hikûmeta wî ye. Li her çar aliyên Kurdistan û hemû cîhanê êrîş û alozî hene, dewleta tirk dest avêtiye ku derê terora xwe li wir meşandiye û bi taybetî êrîşê gelê Kurd dike. Ya ku li Rojhilata Navîn qetlîamên mezin meşandiye, dewleta tirk a dagirker e. Di vê sedsalê de em dîsa dibînin, careke din qetlîam û tunekirin li ser gelan pêk tîne. Kurd li ku derê bin ji bo wan ferq nake hewl dide wan tune bikin. Kurd li ku derê bin û doza azadiyê bikin, dibin armanca êrîşên dewleta tirk a dagirker. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10 sal in dewleta tirk êrîşên xwe ranewestandiye.”
‘Em dest ji doza xwe bernadin’
Perwîn Yûsif herî dawî diyar kir ku dê bi saya berxwedan û têkoşîna gelê Kurd dê serkeftinê bi dest bixin û wiha bi dawî kir: “Evîn Goyî xwedî felsefeya “Jin jiyan azadî” bû ji bo jinan ked da û vê heqîqetê raberî me kir. Ji bo em rastiya vê komkujiyê baş dizanin em ê li qadan bin û doza me li Fransa û dadgeha navneteweyî ye. Ji bo wê em ji qadan gav paşve navêjin û dev ji doza xwe bernadin û wê her bidome. Dewleta tirk çiqas tecrîdê li Îmraliyê bide meşandin, çekên kîmyewî li çiyayên Kurdistanê bi kar bîne, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi teyareyên keşfê êrîşî mirovan bike, li Ewropayê senaryoyan çêbike jî êdî tu ku kes jê bawer nake. Ev hemû kiryarên Erdogan in û dawiya wî hatiye. Dê bi têkoşîna vî gelî Erdogan û hemû nijadperestên ku naxwazin Kurd di vê sedsalê de hebin werin tunekirin. Berxwedan û têkoşîna vî gelî bi serkeftinek mezin dê bê tacîdarkirin. Ji ber ku em dizanin em mafdar in û ji bo maf û hebûna xwe têdikoşin.”
Kongra Star bi daxuyaniyek êrîşê şermezar kir
Daxuyanî ku ji aliyê Koordînatora Rêxistina Kongra Star a Kantona Qamişloyê Îbtîsam El-Elî ve hat xwendin, wiha bû: “Weke her dare dîsa Kurd rastî êrîşan hatin, dîsa li Parîsê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Em weke Kongra Star sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şîfayê lezgîn ji bo birîndaran hêvî dikin. Weke tê zanîn ev ne komkujiya yekem li Parîsê pêk tê ne jî tesaduf e, di 10’emîn salvegera bîranîna şehadeta her sê pêşeng û şoreşgerên me yên di 9’ê Çileya 2013’an dîsa li Parîsê li ser destê mîtên dewleta Tirk hatin qetilkirin û kujer jî dan kuştin ji bo ku rastiya wan eşkere nebe. Eger em van bûyeran û gelek bûyerên din bînin ber hev em ê bibînin ku gelê Kurd li hemberî komployeke navneteweyî di qirkirineke etnîk û siyasî re derbas dibe. Em weke Kongra Star van êrîşan weke peyamên xeter dibînin ji bo pêşeroja Kurdan û tevahî gelên azadîxwaz ku di welatên Ewropayê yên ku ji bo mafê mirovan xwedî qanûn in, ji bo vê yekê û ji bo ku em bikaribin xwe li hember vê qirkirinê biparêzin pêwîstî ji her demê zêdetir bi yekrêziya Kurdan heye, li ser vî esasî banga me ji bo tevahî partiyên Kurd ew e ku bi pêşengiya jinan yekitiya xwe çêbikin.
Şehba
Kongreya Star û Tevgera Hîlala Zêrîn ên herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî komkujiya ku li Parîsê pêk hat û navenda çand û hunera Ahmat Kaya hat hedefgirtin daxuaynî li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa kantona Şehbayê dan. Di daxuyaniyê de tevahî jinên ku cih di sazî û meclisan de girtine amade bûn û alên Kongreya Star hildan.
Daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê Zîlan Sîdo ve hat xwendin.
Zîlan Sîdo di daxuyaniyê de: "Bi nêzîkbûna salvegera bi êş a hedefgirtina şehîdên azadiyê, Sakîne, Fîdan, Leyla li paytexta Fransa Parîsê careke din îstîxbarata Tirk kumkujiyek pêk anî. Navenda çand û hunera Kurd a li paytexta Fransa Parîsê, bû hedef û di encamê de 3 şoreşgerên bi navê Amîna Kara, Mîr Perwer, Ebdullah Qizil şehîd bûn û hinek kes jî birîndar bûn. Em hêza xwe ji xwedewend û pêşengên şoreşger ên tevgera azadiyê digrin. Em ê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî li dijî hemû rejîmên faşîst û dîktetor ên ku li dijî çanda resen a Kurd şer dikin têbikoşin. Em bêdengiya navdewletî û cîhanê ya li hember siyaseta tunekirin û qirkirinê ya li ser gelê Kurd bi tundî şermezar dikin û li hember van hemû siyasetan dibin yek deng."
Hesekê
Kongra Star a Kantona hesekê êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya bi daxuyaniyek şermezar kirin. Daxuyanî bi tevlibûna hemû dezgeh û rêxistinên jinan ên Kantona Hesekê li taxa Merşo ya bajarê Hesekê hat dayîn û ji aliyê Endama Komîteya Çandê ya Kantona Hesekê Efaf Hesekê ve hat xwendin.
Efaf Hesekê têkildarî êrîşên li ser çanda Kurd wiha axivî: “Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê êrîşek hatiye kirin û di êrîşê de gelek Kurd birîndar bûne û sê kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Ev qetlîam, berdewama qetlîama Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an e. Dewleta Tirk, bi êrîşa ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê kir û 3 Kurdên welatparêz ên şoreşger qetil kir nîşan da ku berê xwe daye Kurdan li Ewropayê. Dema em li vê qetîlamê mêze dikin qetlîama Parîsê tê bîra me dema 3 têkoşer Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan şehîd bûn, tê bîra me. Îro jî ev qetlîam berdewam dikin û li dijî çanda Kurd plan û şerek qirêj tê meşandin. Em wekî rêxistina Kongra Star vê êrîşê bi tundî şermezar dikin divê polîtîkayên qirkirina Kurdan ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê werin rawestandin. Bi ruhê felsefeya jin jiyan azadî em ê van polîtîkayan têk bibin. Ev Komkujî felsefeya me, nasnameya Kurdan hedef digre lewma bêdengî şerm e pêwîst e her kesê/a azadîxwaz li hemberî vê êrîşî derkeve qadan û banga azadiyê bike.”
Til Temir
Bi armanca şermezarkirina komkujiya li Parîsê îro li saziya malbatên şehîdan a navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêkhateyên navçeyê bi Kurd, Ereb û Aşûriyên xwe daxuyanî dan.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Zêrîn Hecî ve hat xwendin wiha hat gotin: "Di demeke de ku cîhan xwe ji bo pêşwazîkirina cejnên sersalê ku sembola aştî û hezkirinê ye amade dike, em dibînin ku faşîzma Tirk bi hemû rê û rêbazan, bi riya terora xwe ya birêxistinkirî, êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd zêdetir kiriye. Bêguman em dizanin ku faşîzma tirk bi rê û rêbazên xwe yên hovane li pişt vê êrîşa tirsonek û xayîn e. Xwestin li Parîsê jî di kesayeta Evîn Goyî, Sakîne Cansiz û hevriyên wê de îradeya azad a jinan bişkînin. Ev dijmin îro bi êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd careke din bi peyameke zelal destnîşan dike ku ew qebûl nake Kurd xwedî îrade, ziman û çanda xwe bin. Ji ber wê bi rê û rêbazên cur bi cur hewl dide destkeftiyên me yên ku bi salan û bi tekoşîna dijwar bi saya xwîna lehengan, ked û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a pêncî salan zêdetir li ser rêya azadiyê bi dest ketine, bişkînin. Em ji hemû cîhanê re dibêjin ku kiryarên bi vî rengî yên tirsonek wê me li hemberî faşîzma Enqereyê û alîgirên wê, qels nekin, bihêztir bikin. Em bang li gelên azadîxwaz û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê dikin ku li hember kiryarên Enqereyê bêdengiya xwe bişkînin. Em bi hev re îrade, hêz û ruhê tolhildanê li dijî dagirker û faşîzmê mezintir dikin."
Kobanê
Rêxistina Kongreya Star ya herêma Firatê û Tevgera Çand û Hûnera Mezepotamiya meşeke girseyî di bin diruşmeya "Careke din destên faşîzmê û hevkariya li Parîsê komkujî dubare kir" birêxistin kir.
Di meşa ku bi sedan welatiyên Kobanê, Rêveberiya Xweser, siyasetmedar, hunermed û çalakvan amedebûn, bi dehan posterên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocelan, wêneyên hersê kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û wêneyên Sakîne, Leyla û Fîdan hatin hilgirtin. Meşê ji qada Jina Azad bi berzkirina siloganên "Şehîd namirin" û "Qatil Erdogan" destpê kir û li qada Aştî rawestiya.
Piştî deqeyek rêzgirtin, endama buroya jin ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl wiha axivî: "Dewleta tirk li hember gelê Kurd komkujiyeke din pêk anî. Di nava vê bûyerê de careke din jin hebûn. Dewleta tirk ji hebûn, têkoşîn û pêşengiya Jinên Kurd ditirse, ew jî dizanin welatekî azad bi jinên azad tê ava kirin. Ji ber vê ew di her derfetê de jinên pêşeng dike hedef. Ev cara duyemîn e ku komkujiyeke bi vî rengî li Parîsê pêk tê, ji lewra divê ku hikûmeta Firansa bi rengekeî eşkere helwesta xwe bîne ziman. Heger dewleta tirk dikare bi rengekî rehet kiryarên bi vî rengî di welatekî weke Parîsê de pêk bîne, wê demê xeteriyeke mezin heye. Ji lewra banga me ji tevahî cîhanê re heye ku êdî li hember kiryarên dewleta tirk bê deng nemînin."
Meş dirûşmeyan bi dawî bû.
Jinên beşdarî meşê bibûn, bertekên xwe yên li hember komkujiya Parîsê anîn ziman.
‘Qetilkirina Emîne Kara hedefgirtina pirojeya azadiya jin e’
Siyasetmedar Sara Qewas komkujiya ku pêk hat şermezar kir û wiha got: "Ev ne cara yekemîn e ku em weke gelê Kurd rastî komkujiyeke bi vî rengî tên. Lê ya bi nakok ewe ku li welatekî Ewropayê komkujiyeke di vê astê de pêk were. Bi taybet weke tê zanîn ev cara duyemîn e ku li heman bajarî li hember Kurdan sucên bi vî rengî tên kirin. Berpirysarê vê komkujiyê hikûmeta Firansa ye, ji lewra em wan bi rengekî tund şerşmezar dikin. Di kesayeta Emîne Kara de dewleta tirk pirojeya "Jin, jiyan, azadî" hedef digre, ji ber vê em weke jin vê komkujiyê li ser vîn û têkoşîna jin dinrxînin. Emê li dijî vê bûyerê têkoşîna xwe bilind bikin û pirojeya xwe ya azadiyê biser bixin."
‘Qetilkirina jinên Kurd êrîşa li ser hemû jinan e’
Endama Kongreya Star Edle Bekî bang li jinên Fransayê kir û wiha got: "Em weke jinên Kobanê sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwezin û soza tolhildanê didin. Êrîş û komkujiyên dewleta tirk yên li hember gelê Kurd di Kurdistanê û derveyî welat dewam dikin. Ew ji bo qirkirina Kurdan serî li hemû rêbazên tundiyê didin, yek ji wan jî qetilkirina jinên pêşeng e. Li hember van kiryaran, helwesta me diyar e. Heger îroj jineke têkoşer tê qetilkirin em bi hezaran jin ji bo tola wê radibin ser piyan û armanca dewleta tirk vala derdixin. Banga me bi taybet ji bo jinên Firansa yê ye, divê ku hûn xwedî li têkoşîna jinên Kurd derkevin û rê nedin komkujiyên bi vî rengî. Hedefgitina jinên Kurd, êrîşa li ser tevahî jinan e."
Mexmûr
Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûr jî bi meşek girseyî helwesta xwe ya li beramberî êrişa çekdarî nîşandan û ev êriş şermezar kir. Meşa şêniyên wargeha Mexmûrê ji ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir heta ber deriyê Netewên Yekgirtî (NY) berdewam kir. Di meşê de gel de dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’, ‘Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Bimre îxanet’, berz kirin. Beriya ku axaftin were kirin ji bo tevayî cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Derbarê êrişê de Hevserokê Meclîsa Gel Yusuf Kara axivî û komkujiya Parîs a li Fransayê pêk hatî şermezar kir.
‘Em bi qetilkirinan xilas nabin’
Dayîk Ezîze Sêrtî ku beşdarî meşa girseyî bû helwesta xwe nîşan da û ev êriş şermezarkir û got: “Em jî vê êrişa ku li ser hersê hevalên me li Parîsê pêkhatî şermezar dikin. Weke çawa ku hevala Sakîne, heval Fîdan û heval Leyla şehîd xistin ev jî êrişekî bi heman awayî bû. Em Kurd biçin kuderê em hedefa hemu kesî ne û kes me qebûl nake. Gelê Kurd tu tengavî ne daye kesê, em daxwaza mafê xwe dikin. Em ne bi qetilkirinan xilas dibin ne bi tirsê xilas dibin û wê ev hesab ji hikumeta Fransa bê xwastin. Banga me ji hemu gelê me yê Ewrupa re ewe ku em jî li vê derê piştgiriya wan dikin heya ku em vê komkujiyê zelal nekin. Li vê derê emê ser lingan bin, divê gelê me yê li ji derveyî welat xwedî li van hevalên me derkevin. Ev lîstika dewleta Tirk e û em vê tiştê qebûl nekin, emê heya dawî jî daxwaza mafê xwe bikin, heya ku dilopek xwîn laşê mede maye, em li pey Rêber APO û hevalên xwe yên şehîd bin.”
‘Bi qetilkirin û tirsandin gelê Kurd tune nabin’
Dayîka Zemê Denîz jî wiha hêrsa xwe ya li beramberî komkojiya Parîs anî ziman û got: “Gelê Kurd ne bi duyan ne bi sêyan xilas nabin. Bi hezaran heval Evîn, bi hezaran heval Sakîne û heval Ronahî hene, bila ne bêjin emê bi êrişan komloyî jina Kurd bikin tune bikin, em tucaran tune nabin. Heya dawî em li gel şehîdên xwe, Ronahiyan, Sakîne û hevala Evînin tu car em gavek paşde naavêjin. Bila kes xwe bêdeng neke ne heqî û bêmafî li jina Kurd dikin bi hezaran jinên Kurd bên qetilkirin wê bi hezaran jinên Kurd derkevin. Em vê yek rûreş û şermezar dikin û em li pey Rêberê xwe, Ronahî û hevala Sakîne û hevala Evînin. Bila ne bêjin wê bi qetilkirinan me bitirsînin em natirsin emê heya dawî xebatên xwe bi cih bînin û têkoşîna xwe dom bikin.”