Komkujiya Helincê yek ji hewldanên tesfiyekirina şoreşa jinan e

Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û yadê Emîne ku di şoreşa jinan de rolên xwe teyisandin, navê wan li welat belav bû. Îro bi hezaran jin li ser xeta wan heman têkoşînê didomînin û derbên giran li pergala ku qirkirina jinan armanc digre, didin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Jin ji çêbûna mirovahiyê û di tevahî qonaxên dîrokê de her dem bûne navenda afirîneriyê, tevî hemû êrîşên pergala serdest ya mêr-dewlet jî, di her sedsalekê de bûne xwedî têkoşîn û destkeftiyên mezin. Sedsala 21’ê ji aliyê jinên Kurd ve weke sedsala azadiyê jinan tê destgirtin, em dibînin ku li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bi hezaran jinên ji pêkhate, netew û nijadên cuda li derdora bîrdoziya azadiya jin tên gel hev.

Hêzên hegemon û pergala netew-dewlet li kîjan deverê xeteriyan li ser têkçûna xwe dibînin, yekser dikevin rewşa êrîşê ku bi her rêbazê hewl didin hebûna xwe biparêzin. Ev êrîş li hemberî pêşeng û mêrên di nava civakan de bi bandor tên pêkanîn lê gelo dema jina ji aliyê pergalê ve hatiye kolekirin li dijî vê hişmendiyê serî hilde û pêşengiyê ji sererastkirin û guhertina sîstema ku jinan û civakan di qirkirinê re derbas dikin bike, wê rû bi rûyê êrîşeke çawa were?

Ev rastî di roja îro de xwe dide der ku mirov dikare bi dehan mînakên vê yekê bide. Bi taybetî jî di nava şoreşa jinan a li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar e de xuya dibe.

Modela di şoreşa jinan de tê jiyîn riya ber bi rizgariyê ve ye

Di demeke ku li her derê jin rû bi rû yê tundî, qetilkirin, bêmafî, koçberî, tecawiz û qirkirinê tên, li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin bi bingehgirtina bîrdoziya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengiya avakirina pergal û jiyana wekhev, azad, demokratîk û ekolojîk dikin. Di vî warî de jinan dikaribûn bi dehan destkeftiyên siyasî, xweparastin, hiqûqî, perwerde, rêxistinî, çapemenî, çandî, hunerî û di her qadeke ku hebûna jinan tê de weke tunebûn hatiye nîşandan, qezenc bikin. Ji Kongreya Star bigre ber bi Kombûna Jinan a Zenûbya, Meclisa Jinên Sûriyeyê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Jineolojî, Hîlala Zêrîn, Mala Jin, aboriya jin, akademiyên jin, gundê Jinwar, zagonên Jin, modela hevseroktî û nûnertiya hevbeş û di hilbijartinan de kotaya jinan ji sedî 50, berhemên têkoşîn û fedekariyên jinan e.

Weke me li jor anî ziman, bêguman pergaleke ku qirkirina jin û gelên azadîxwaz armanc digre, napejirîne ku pergaleke aletrnatîf û li ser hebûna wan xeternak bi rengekî rehet xebatên xwe bimeşîne. Ji bo vê pêşeng, pergal û rêxistinbûna şoreşa jinan bi hedefgirtina wê ji aliyê leşkerî, şerê taybet, bombebaran, şerê aboriyê, siyasî û hwd pêk tê. Di vê çarçoveyê de bi taybetî dewleta tirk û çeteyên wê ku herî zêde dijminatiya vê şoreşê dikin, di van salên borî û heta niha jî bi dehan komkujî û qetilkirina jinan pêk anî. Jinên ku di warên xweparastinê de fermandar û şervan in, ên pêşengiya siyaseta demokratîk dikin, rêxistinkirina jinan û civakê armanc digirin û ên zarok û malbatên exlaqî û poltîk ava dikin bi rê û rêbazên cuda, ji aliyê dewleta tirk ve tên qetilkirin ku mînaka wê ya şênber komkujiya Helincê ya di 23’ê Hezîranê de ye.

Bi komkujiya Helincê re hewldanên tesfiyekirina şoreşa jinan dest pê kirin

Dewleta Tirk di 23’ê Hezîrana 2020’an de cara yekemîn bi balafirên bê mirov bi rengekî rasterast jinên ku di nava şoreşê de xwedî rolên girîng in dike armanc. Di vê rojê de dewleta Tirk bi SIHA’yê li gundê Helincê yê li Rojhilatê Kobanê, mala endameke koordînesyona Kongra Star bombebaran kir. Di encama wê êrîşê de endama koordînasyona Kongra Star Zehra Berkel, rêvebera Kongra Star a Şêranê Hebûn Mele Xelîl û xwediya mala hatiye bombebarankirin Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha ziyanên mezin jî gihîştin mala ku hatiye armancgirtin.

Ev êrîşa ku pêk hat, bû destpêka rêzehedefgirtinên dewleta Tirk ji jinan re ku bi rêxistina nûnertiya şoreşa jinan dike Kongra Star, dest pê kir û wiha berdewam kir. Dewleta Tirk bi vê êrîşê re niyeta xwe ya li hember şoreşa jinan û pêşengên wê bi rengekî eşkere nîşan da û eniyeke nû vekir.

Navnîşana biryardariyê: Zehra Berkel

Zehra Berkel ku bi eslê xwe ji gundê Berxbotanê yê Başûrê Kobanê ye, di 1987’an de di nava malbateke ji 5 xwîşk û 4 birayan pêk tê ji dayîk bûye. Zerha xwendina xwe ya beşên seretayî û navîn li Kobanê dixwîne. Herî dawî jî ji bo xwendina beşa hiqûqê, berê xwe dide bajarê Helebê ku du salan dixwîne. Zehra ji ber wefata bavê xwe di 2013’an de ji bo dayik, xwîşk û birarên xwe palpiştek bi hêz bû ku tu caran jî gazinc ji berpirsyariya der berê malbatê de nekir û berovajî bi hezkirin û coşeke mezin malbatê komî ser hev kir.

Zehra weke bi hezaran keç û xortên Kurd, dilê wê ji bo azadî û serxwebûnê bênavber lêdida. Lewre beriya ku şoreşa jinan dest pê bike, dikaribû xwe di warê zimanê dayikê de bi pêş bixe, erka perwerde û fêrkirina bi sedan zarok, ciwan û jinan ji zimanê wan ê Kurdî re lîst. Lewre bi heman coş û biryardariyê tevli nava lehiya şoreşê bû. Wiha jî rêwîtiya Zehra ya ber bi azadiyê ve dest pê kir ku di Mala Jin, Heyva Sor a Kurd, Meclisa Edaletê, hevseroktiya şaredariya Kobanê û herî dawî di 2018’an de di koordînasyona Kongra Star de cih digre. Ew gav bi gav xwe bi pêş dixe û bi xwe re bi hezaran jinên ji pêkhateyên cuda birêxistin dike. Di sekn û tevgera xwe de bîrdoziya rizgariya jinan û mayîndekirina şoreşa wan nîşan dida ku bi vî rengî bû yek ji têkoşer û navnîşanên biryardariya ji bo azadiyê.

Şoreşger fermandar û pêşenga 21 salan: Hebûn Mele Xelîl

Hebûn Kobanê navê rast Bediya Mele Xelîl di 1981’ê de li gundê Helincê ji dayik bûye û di nava malbateke di naskirina paradîgmeya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de têgihîştî de mezin dibe. Di pêvajoya komploya navdewletî ya 15’ê Sibata 1999’an de li hemberî Abdullah Ocalan biryar dide û tevlî nava karwanên azadiya Kurdistanê dibe ku rêwîtiya wê ya weke şoreşger dest pê dike. Di demeke ku gelê Rojavayê Kurdistanê dest bi şoreşa 19’ê Tîrmehê dike, hezkirina Hebûn a ji ax û welatê wê re xwe dide der ku vedigere û ew jî dibe parçeyek ji şoreşê. Piştre di qonaxa berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, ew weke fermandareke YPJ’ê di şer de cih digre rola xwe di guhertina çarenûsa berxwedanê de dilîze. Herî dawî jî bi tecrubeyên xwe yên di warê şoreşgerî û fermdariyê de, derbasî xebatên rêxistina Kongra Star dibe ku tevî nexweşiya xwe ya penceşêra pêsîrê jî dest ji têkoşîn û riya azadiyê ji bo jinan bernade. Hebûn Mele Xelîl 21 salên ji jiyana xwe dike xizmeta jinan û civaka xwe ku bi fedakarî û kedeke mezin mohra xwe li şoreşa azadiyê dide.

Dayika şoreşê: Emîne Weysî

Komkujiya ku pêk hat di mala malbateke welatparêz de çêbû ku di encamê de xwediya malê Emîne Weysî  ya 56 salî, jiyana xwe ji dest da. Emîneya ku dayika 2 keç û 4 lawan bû, ji gundê Helincê bû. Di nava gund de bi kesayeta xwe ya têgihîştî, mêvanperwer û şoreşparêz, her wisa girêdana bi bîrdoziya Ocalan û Tevgera Azadiyê re dihat naskirin. Lewre bi dehan şervan û fermandarên Tevgera Azadiyê di mala wê re derbas bûn. Emîne Weysî li ser van perensîban zarokên xwe jî mezin dike ku naskirina wê ji ramanên Abdullah Ocalan re bû sedema ku di nava malbata wê de fikrên zayendperest û kenveşop tune bin û li şûna wê kesayetên di naskirina rastiya jinan û civakê de werin avakirin. Her wiha ji bo zarokên xwe û bi taybetî jî keçan derfetên xwepêşxistinê û bicihanîna xeyalên xwe vekir û heta bênavber piştgiriya wan dikir. Bi vî awayî Emîne Weysî weke dayikeke şoreşê, karektera dayika pêşeng tê nîşandan.