‘Komkujiya Helebceyê siyasetek e ku heya îro berdewam dike’

Endama Mekteba Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Fatma Elî diyar kir ku ji Komkujiya Helebce heya roja me îro siyaseten komkujiyê berdevam dike û li hemberî siyasetên qirkirin û komkujiyan banga hişyariyê kir.

RONÎDA HACÎ

Heseke – Rejîma Baasê ya Iraqê bi rêveberiya dîktator Saddam Hisên di 16’ê Adara 1988’an  de komkujiyek li dijî gelê Kurd pêk anî. Rejîma Baasê bi çekên kîmyewî bajarê Helebceyê bombebaran kir û di encamê de zêdetirî 5 hezar û 500 Kurd ku piraniya wan jin û zarok bûn jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê endama Mekteba Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Fatma Elî nêrînên xwe anî ziman.

Fatma Elî da zanîn ku komkujiya Helebceyê komployek bû destên dewletên hegemon tê de hebû, wiha axaftina xwe domand: “Ev bi sedan salan sîstema kapîtalîzmê civakê daye fetisandin, ev sîstem dewlet ji bo avakirin û pêşxistina xwe bingeh dibînin. Di Komkujiya Helebeceyê de dîktator Saddam Hisên bi hincetên cur be cur bajarê Helebceyê bi çekên qedexekirî bombebaran kir. Armanca wî qirkirina gelê Kurd bû. Heya roja îro jî ev siyaset berdewam dike. Dewleta Tirk a dagirker heman siyasetê berdewam dike û herêmên parastina medyayê bi çekên qedexekirî hedef digre.

Dîroka dewletên hegemonîk bi rûreşiyê nivîsandiye û heya vê kêliyê jî tê nivîsandin. Ji ber ku di komkujiya Helebceyê de dewletên ku banga azadiyê dikirin rûreş man û li hemberî vê komkujiya bi êş bêdeng man. Ev sûcê li dijî mirovahî, zagon û exlaqî ne. Ev siyasetên qirkirina mirovan in, siyasetên qirkirina xweza, ax û hebûnê ne. Ji ber ku dema çekên qedexekirî tên bikaranîn ew çek bandoreke xirab li ser hemû zindiyên di gerdûnê de dike. Ev siyaset ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe gerdonê tune dike.”

‘Heman siyasetê dewleta Tirk didomîne’

Fatma Elî wiha berdevam kir: “Eger em vegerin dîrokê gelek komkujî hatine kirin. Li ser Suryan, Ermen û Kurdan gelek kumkujî çêbûne. Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek komkujî pêk anîn. Di dema dagirkina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de çekên giran û qedexekirî bi kar anî û komkujiyan li ser gelan da meşandin. Mînaka wê jî komkujiya Til Rifetê û şewata bedena zarokê bi navê Mihmed ku canê wî bi madeya fosfor li Serêkaniyê hat şewitandin e. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojane rastî komkujiyan tên. Hedefgirtina pêşengên şoreşê û gelê sivîl ev bi xwe komkujî ne.

‘Sîstema Rêveberiya Xweser dê gelan ji komkujiyan biparêze’

Fatma Elî di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Rêveberiya Xweser îro di aliyekî de xwe ava dike û li aliyekî parastina gelê xwe ji êrîşan dike. Sîstema rêveberiya Xweser bû nimûne ji tevahî cihanê re. Îro mafê me heye em parastina xwe û nirxên xwe bikin. Rêveberiya Xweser sîstemeke azadî ji bo tevahî gelan dixwaze. Zarokên me ne tenê parastina xaka xwe û gelê xwe dikin, di dema çeteyên DAIŞ’ê de parastina mirovahiyê ji terorê kirin ji bo wê îro êrîşên hovane li ser vê sîstemê tên kirin, komployek tê meşandin. Ev komkujiyên ku li dijî Şengal, Efrîn, Serêkaniyê tên meşandin, asta kîna li dijî gelê Kurd diyar dikin. Her wiha metirsiyek mezin ji sîstema Rêveberiya Xweser a ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdukah Ocalan pêk hatiye, heye. Ji ber ku di dîrokê de cara yekem rêveberiyek ne dewlet heye. Di aliyekî de xwe ava dike û li aliyekî jî xwe diparêze ”

Fatma Elî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesên civakê kir ku li hemberî siyasetên qirkirin û komkujiyan hişyar bin û têbikoşin.