Komkujiya Helebceyê li Mexmûrê bi daxuyaniyek hat bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyek 36’emîn salvegera komkujiya Helebceyê hat bibîranîn.

Mexmûr - Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê qurbaniyên 36’emîn salvegera komkujiya Helebceyê bi bîr anîn. Beriya daxuyaniya li Saziya Malbatên Şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Dîwana Meclisa Gel Nûdem Yaman axivî.

Nûdem Yaman diyar kir ku gelê Kurd di dîrokê de bi gelek qetlîamên bi vî rengî re rû bi rû maye û got: “Di êrişa li ser bajarê Helebceyê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Em Kurd bi gelek qetlîaman re rû bi rû mane. Li Bakur qetlîama Geliyê Zîlan, li Başûr Helepce û gelek qetlîamên din ên bi vî rengî... Diyar dibe ku weke gelê Kurd em xwedî xakeke çiqas pîroz û bi bereket in, loma ewqas êriş li ser welatê me tên kirin.”

‘Berxwedana ku em ê bimeşînin wê tolhildana van qetlîaman be’

Nûdem Yaman destnîşan kir ku li hemberî êrişên li ser gelê Kurd, hemu cîhan ker û lal e û wiha got: “Cîhan û rêxistinên ku xwe wek parêzvanên mafên mirovan binav dikin ji van qetlîaman re bêdeng dimînin. Çawa ku di wan salan de li hemberî qetlîaman bêdeng man, niha jî bi heman şêweyî li hemberî qetlîamên li ser gelê Kurd bêdeng dimînin lê em Kurd bi taybetî jî gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî nabe ku bêdeng bimînin. Berxwedana ku em ê bimeşînin wê tola van qetlîaman be. Bi qetilkirin û komkujiyên wiha tu caran nikarin me tune biki