Komkujiya Ermenan û hewldana berhevdaniyê
Gelek malbatên resen ên Kurd deriyên malên xwe vekirin ji bo hewandina Ermenan û ew ji mirinê rizgar kirin. Ev ew rastî ye ku dîroknasên fermî yên Tirkiyeyê dixwazin bêdeng bikin. Ji ber ku ev helwest projeya ‘têvebirina Kurdan’ pûç dikin.
* MUJDE ALÎ
Dema em rûpelên bi xwîn ên sala 1915’an vedikin, em ne tenê rûbirûyî karesateke mirovî dibin, her wiha em rastî yek ji mezintirîn û hûrtirîn pîlanên siyasî yên dîrokê tên. Faşîzma Tirk, di bin maskeya "Îtîhad û Terraqî" de, tenê nexwest neteweyek tune bike, xwest dîroka neteweyeke din jî (Kurdan) bi tawanekê reş bike, ku endezyarê wê yê rastîn, dewlet bixwe bû.
‘Têvebirina Kurdan biryareke siyasî ya ‘Teşkîlati Maxsûsa’ ye jî
Dafika Siyasî; Çima Kurd? Ji bo têgihiştina vê mijarê, divê em bipirsin: Çima dewletê dixwest Kurdan bike nav vê tawanê? Faşîzma Tirk pir baş dizanibû ku nikare bi tenê vê projeya hovane bi cih bîne, lewma serî li xefikeke du-serî da. Ji aliyekî ve dixwest Kurdan wek ‘mertalên mirovî’ û ‘amûrên kuştinê’ bikar bîne, ji aliyê din ve jî dixwest di paşerojê de Kurdan wek ‘tawanbarên navnetewî’ bide naskirin. Bi vê yekê, tenê ji hesabpirsîna Ewropayê rizgar nedibû, her wiha têkiliya dîrokî ya di navbera Kurd û Ermenan de jî, ji bo her û her xera dikir. Ew belgenameyên dîrokî yên di arşîvan de mane, nîşan didin ku têvebirina Kurdan ne tesaduf bûye, biryareke siyasî ya ‘Teşkîlati Maxsûsa (Rêxistina Taybet)’ jî bûye.
Bi vê yekê Kurd dibû parêzvanê wê rastiya nû ya ku dewletê dixwest çêbibe
Belge nîşan didin ku bikaranîna ‘Siwariyên Hemîdiye’ û paşê guhartina wan bo ‘Siwariyên Siwarçakên Niştimanî’, pîlanek ji bo veşartina berpirsyariya rasterast a artêşê ya di komkujiyan de bû. Yek ji belgeyên herî giran, ew fermanên neyînî ne ku ji bo Walî û Qeymeqamên herêmên Kurdan dihatin şandin. Tê de teqez dikirin ku divê ‘hêzên herêmî’ li pêş bin. Ev ji bo wê yekê bû ku di dema her lêpirsîneke navneteweyî de, dewleta Osmanî bikaribe bêje: “Ev şerekî navxweyî û eşîrî ye di navbera Kurd û Ermenan de û dewlet bi ti hêza xwe bi ser wan neçûye.” Her wiha dîroknas nîşan didin ku faşîzma Tirk bi qestî rê dida hinek serokêşîrên Kurd dest deynin ser gundên Ermenan, tenê ji bo ku ‘berjewendiya hevpar’ di navbera Kurd û dewletê de ava bike. Bi vê yekê, Kurd dibû parêzvanê wê rastiya nû ya ku dewletê dixwest çêbibe.
Jinavbirina Ermenan û reşkirina nasnameya Kurdî
Lê wek di belgeyên şahidên bêlayen de hatî (wek Fayîz Xuseyn û Johannes Lepsius), ew hêzên Kurdî yên beşdarî kirine, tenê beşeke biçûk a civaka Kurd bûn û piraniya neteweya Kurd û serkirdeyên olî ne tenê ne hevnêrîn bûn, ev kar wek ‘derketina ji şerîet û mirovahiyê’ bi nav dikirin. Ev mezintirîn belge ye ku Kurd wek netewe ’qurbaniya pîlaneke siyasî bûye ku armanca wê ne tenê ji navbirina Ermenan bû’ her wiha reşkirina nasnameya Kurdî jî bû li beramberî dîrokê.
Ol û Talan; Amûrên xapandinê
Bêguman li gorî agahiyên arşîvî yên wê qonaxê ‘desthilata Tirk ji bo rakêşana hinek eşîrên Kurd sûd ji du xalên hesas wergirt :
1. Dirûşma olî: Wisa nîşan didan ku ev parastina xîlafet û cîhadê ye, di demekê de ku kesên biryar dabûn tîmeke nasyonalîst û sekuler bûn û baweriya wan bi ti pîroziyekê tunebû.
2. Talankirina mal û milkan: Bi sozên destdanîna ser zevî û malên Ermenan, xwestin Kurdan bikin ‘şirîkê tawanê’. Dema mirovek dibe şirîkê tawanê, êdî nikare li dijî desthilatê bisekine, ji ber ku çarenûsa wî bi ya dewletê ve girêdayî dibe.
Sengera wîjdanê: Dengê ku nekarî bê qutkirin
Lê mezintirîn şaşiya faşîzmê ew bû ku wisa dizanibû dikare wîjdana hemû neteweyekê bikire. Dîrok şahidiya wê yekê dide ku ‘bereya wijdanî ya Kurd’ ji wê pîlanê pir bihêztir bû. Alimekî wek Mela Gewreyê Koyê bi dengekî bilind hewar dikir ku ev kuştin li dijî ol û mirovahiyê ye. Gelek malbatên resen ên Kurd deriyên malên xwe vekirin ji bo hewandina Ermenan û ew ji mirinê rizgar kirin. Ev ew rastî ye ku dîroknasên fermî yên Tirkiyeyê dixwazin bêdeng bikin. Ji ber ku ev helwest projeya ‘têvebirina Kurdan’ pûç dikin. Ew nîşan didin ku Îtîhadiyan ji bo rakêşana eşîrên Kurd makîneyeke propagandaya olî ya mezin kiribûn dewrê.
Şêxulîslama Osmanî ‘fetwaya cîhada pîroz’ da
Yek ji belgeyên herî girîng, derxistina ‘fetwaya cîhada pîroz’ bû ku ji aliyê Şêxulîslama Osmanî ve hat dayîn û tê de kuştina neyarên dewletê wek peywirek olî dihat nîşandan. Ev di dema ku serokên ‘Îtîhad û Teraqî’ bixwe baweriya wan bi laîsîzmeke tundrew hebû lê ji bo rewakirina komkujiyê, ol wek amûreke ‘siyasî’ bikar anîn. Di warê aborî û talanê de jî belgeyên dîrokî li ser yasaya ‘Emwalê Menqûle û Xeyre Menqûle’ hene. Dewletê bi fermî soz dabû hinek serokêşîran ku her kesê di proseya tunekirina Ermenan de alîkar be, dikare dest deyne ser milkên wan. Ev ‘xefikeke aborî’ bû. Ji ber ku dema Kurdekî destê xwe kir xwîna cîranê xwe, êdî nikaribû paş ve vegere û neçar bû heta dawiyê berevaniyê li dewletê bike.
Şêx Mehmûdê Hefîd û Bedirxaniyan aşkera gotin ‘talan heram e’
Lê girîngtirîn belgeya dîrokî ku hûn dikarin tekeziyê li ser bikin, raporên konsulxaneyên biyanî ne. Ev belge nîşan didin ku dewletê bi qestî feqîrî û nexwendewariya herêmên çiyayî yên Kurdistanê bikar aniye. Li hember vê yekê, belgeyên olî yên berevajî hene. Wek fetwayên Şêx Mehmûdê Hefîd û binemala Bedirxaniyan ku bi eşkere li dijî vê bikaranîna çewt a olî sekinîn û hişyarî dan ku ev talan, ‘heram’ e.
Kurd ne tenê tawanbar e her wiha qurbaniyeke din ê faşîzma Tirk e
Wekî lêkolînerek dîrokê, dixwazim vê bêjim: Tawana 1915’an, tawaneke mutleq a faşîzma Tirk e. Hewldana ji bo ku vê tawanê bike stuyê Kurdan, tenê dirêjahiya wê eqliyeta ku dixwaze nasnameya Kurdî têk bide ye. Kurd ne tenê tawanbar e her wiha qurbaniyeke din ê wê faşîzmê ye ku piştî tunekirina Ermenan, dest bi tunekirina Kurdan jî kirin.
Ne Ermen di bîra dîrokê de hatin reşkirin û ne jî Kurd bûn paşkoya wan planan
Rastî ev e: Kurd wek xwediyê vê axê, bi wîjdanekî rihet li beramberî dîrokê disekine. Projeya ‘Sûcdarkirinê’ ne tenê nebû sedema şêwandina dîrokê. Her wiha bû belgeyeke din li ser bêbingehiya îdeolojiya Tirkkirinê. Faşîzmê xwest bi xwîna Ermenan û navê Kurdan, erdnîgariyek yek reng ava bike. Lê derb xwar, ji ber ne Ermen di bîra dîrokê de hatin reşkirin û ne jî Kurd bûn paşkoya wan planan.
*Mamoste û Nivîskar