‘Komkujiya 25’ê Kanûnê dînamîk û ernerjiya şoreşê kir armanc’

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Avaşîn Misot di duyemîn salvegera komkujiya li hember ciwanan got: “Emê bi jiyanîkirina ked û xebatên hevreyên xwe bersiv bidin û şoroşa xwe misoger bikin.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Di 25’ê Kanûna 2021’an de, dema ku endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li taxa şehîd Peyman ya li Rojhilatê Kobanê li gel malbateke welatparêz kombibûn, balafirên bê mirov yên dewleta tirk êrişî malê kirin. Di encama bombebaran bi ser malê de Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Îso, Merhef Îbrahîm, Welîd Hisên û Mesûd Ibrahîm jiyana xwe ji dest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Komkujiya ku dewleta tirk weke peyam li hember têkoşîna ciwanan da, Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger xwe li hember hemû cûreyên êrîşên bi ser ciwanan de birêxistin û xûrtir kirin.

Di duyemîn salvegera komkujiyê de, hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Firatê Avaşîn Misto 6 hevriyên xwe bibîranîn û poltîkeyên dewleta tirk yên li hember ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand.

‘Dewleta tirk dînamîk û ernerjiya şoreşê kir armanc’

Avaşîn Misot di destpêkê de bûyera ku pêk hat wiha bibîranî: “Dewleta tirk di 25’ê Kanûna 2021’an de bi êrîşeke dijwar endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ûTevgera Ciwanên Şoreşger yên Kobanê kirin armanc. Wê demê heval ji bo xweperwerdekirin û xûrtkirina rêxistinbûna xwe lihev kom bibûn, lê dewleta tirk bi balafirên xwe yên bê mirov 5 hevalên me qetil kir. Bê guman ew komkujiya ku li navenda Kobanê pêk hat, ne cara yekemîn bû. Beriya wê û pişt re jî bi dehan komkujiyên bi heman rêbazî çêbûn. Lê di nav de bi taybet polîtîkeyên dewleta tirk yên li hember ciwanan xwe didin der ku ew jî dizanin hêza dînamîk ya civakê ciwanên wê ne. Jin û ciwan situn û enerjiya herikbar yên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku dikarbûn bi rêxistinbûna xwe gelek gavan bavêjin û bala bi hezaran ciwanan bikşînin û beşdarî nava refên şoreşê bikin, ji ber vê dewleta tirk di her derfetê de rêxistinbûna ciwanan dike hedef.”

‘24 seatan di nava têkoşînê de bûn’

Di berdewamiya axaftina xwe de, Avaşîn Misto da zanîn ku ew di têkoşîna jiyanîkirina keda hevalên xwe de ne û got: “Di rêjahiya salên şoreşê de, dewleta tirk her tim pêşengên civakê kiriye armanc û qetil kiriye. Di kesayeta pêşengên civakê, dixweze şoreşa belav û tune bike. Şehîd Nûjîn, Viyan, Rojîn, Welîd û Mesûd, hevalên ku 24 seatan li ser piyanbûn û ciwan birêxistin dikirin. Bê navber ked didan da ku bi hêz û têkoşîna ciwanan şoreşa 19’ê Tîrmehê ji êrîşên dewleta tirk biparêzin. Di hemû warên jiyanê de xwedî têkoşîn bûn û hewildanên wan yên rêxistinkirina civakê diyar bû. Erka me jî weke ciwan, em xebat û armancên wan di nava xwe de jiyanî bikin. Ew hevalên hatin qetilkirin lingê bingehîn yên rêxistinbûna jinên ciwan û giştî ciwanan avakirbûn, ji lewra me jî xebatên xwe li gor berdewamkirina keda wan birêxistin kiriye da ku em xeyalên wan misoger bikin. Rêber Apo dibêje; her şehîd felsefeyeke jiyanê ye. Em jî şehîd û pêşengên xwe weke felsefeya jiyana bi rûmet digirin dest û xwedî li wan derdikevin.”

‘Di asteke bilind de ciwan rû bi rû yê şerê taybet in’

Avaşîn Misot dirêjî da axaftina xwe û bal kişand ser şerê taybet yê dewleta Tirk li dijî ciwanan dimeşîne: “Dewleta tirk bi taybet di vê pêvajoyê de ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xistine armanca xwe. Bûyera hedefgirtina navenda ciwanan ya li bajarê Minbicê jî ji van êrîşan ne qûte. Her wisa şerê taybet li dijî ciwanan bikaranîn jî, xwe dide der. Em dibînin dewleta tirk bi taybet ciwanan teşwîqî koçberiya derveyî welat dike, her wisa derbaskirina madeyên hişbir di nava ciwanan de jî heye. Li hember vê êrîşên taybet û leşkerî, em weke ciwan bê helwest namînin. Me xwe li gor hemû şert û mercan birêxistin kiriye ku em di nava têkoşîneke gelek alî de ne. Ji aliyê siyasî, rêxistinî û civakî bi semîner, civîn, perwerde û komxebatan em ciwanên xwe hişyarin dikin ku li dijî êrîşên dewleta tirk bi tedbîr bin da ku em vala derxin.”

‘Şehîdên me feslfeya jiyana bi rûmet in’

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Avaşîn Misot axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Yekîtiya Jinên Ciwanan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, rêxistinên wiha ne ku ji aliyê Rêber Apo ve xwedî nirx û wate ne. Rêber dibêje; çawa me bi ciwantiyê dest bi têkoşîna kir, emê bi ciwantiyê jî bi serbikevin. Ev gotin ji bo me ne siloganên  em bînin ziman, lê belê feslefe û heqîqeteke wiha ye ku ciwan nûnertiye pêşerojeke azad dikin. Çawa Rêber Apo di ciwantiya xwe de têkoşîneke Kurdistanî da destpêkirin û bi hezaran kes beşdarî doza xwe kir. Emê jî weke ciwanên kantona Firatê têkoşîna Rêber Apo û hevalên xwe yên ku di komkujiya 25’ê Kanûnê de şehîd ketin, bingeha serkeftinê bigirin. Bi taybet jî weke jin, emê gotina Serok Apo ya ku sedsala 21’emîn ya azadiya jin jiyanî bikin. Bîranîn û keda berdevkên Yekîtiya Jinên Ciwna Nûjîn û Viyan di têkoşîna xwe de bingeh bigirin û armanca komkujiyê pûç bikin.”