Komîteya zarokan li dijî tundiya li ser zarokan daxuyanî da
Bi armanca xwedîderketina li zarokan û rakirina tundiye li ser wan, Komîteya Zarokan a navenda Şilêr li bajarê Qamişloyê bi dirûşma “Zarokên me hêviya pêşerojê ne”daxuyanî da.
Qamişlo - Cureyên tundiyê bi rengên cuda di nav civakê de derdikevin holê. Tundiya ku li zarokan tê kirin yek ji rêbazên neheqiyê ye û herî zêde li ciwanên temenê wan di navebra 11 heya 15 salî tê kirin. Têkildarî mijarê û bi armanca xwedîderketina li zarokan Komîteya Zarokan a Navenda Şilêr li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî. Daxuyanî li pêşiya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo hat xwendin.
Zarok hêvî û pêşeroja mirovahiyê ne
Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Komîteya Zarokan a navenda Şilêr Sîlva Şêxmûs ve hat xwendin de wiha hat gotin: “Ji bo pêşerojeke azad pêwîst e zarok di ewlehiyê de bijîn. Zarok ji roja ku ji dayik dibin ve mafên wan heye jiyana xweş bijîn û heya bigihîjin temenê têgihîştinê pêwîst e werin parastin. Em weke Komîteya Zarokan a Şilêr kampanya xwe li dijî tundî û destdirêjiya li ser zarokan tê kirin û zewaca di temenê biçûk de bi dirûşma “Zarokên me hêviya pêşerojê ne” dest pê dikin.
“Ji ber şerê heyî zarok ji hemû mafên xwe bêpar dimînin”
Şerê ku li herêmê tê qewimandin bandoreke mezin li ser zarokan dike her wiha rewşa koçberiyê jî dihêle zarok ji pir mafên xwe dûr bimînin û jiyana wan dike xeterê. Bi hezaran zarok li kolanan rastî cureyên tundiyê tên, bi vê kampanyayê em dixwazin jiyana azad û wekhev ji bo hemû zarokan misoger bikin.”
Rêveberiya Komîteya zarokan a navenda Şilêr Cûliya Xelo der barê vê kampanyayê de nêrîna xwe wiha bi me re parve kir: “Wekî tê zanîn êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser herêmê bandoreke neyînî li ser tevahî zarokan dike. Em dixwazin weke Komîteya Zarokan rêjeya tundiya li dijî zarokan ji holê rabikin. Li ser vî esasî me çar cih hedef kirine ku em kampanyaya xwe lê dest pê bikin li bajarê qamişlo, kampa Newroz, gundê Tenûriyê, gundê Topiz ên girêdayî bajarê Qamişloyê. Em dixwazin zarokên têgihîştî, bê tirs û xwedî sekn mezin bikin. Li ser vî esasî banga me ji rêxistinên mafên zarokan re ew e ku bi erka xwe rabin û zarokan ji şeran biparêzin.”