Komîteya Perwerdeyê ya Xweser 7’emîn konferansa xwe li dar xist
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 7’emîn konferansa Komîteya Perwerdeyê ya Xweser bi dirûşma ‘Bi jinên perwerdekirî ber bi jiyana komînal ve’ hat lidarxistin.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 7’emîn konferansa Komîteya Perwerdeyê ya Xweser a Mexmûrê bi dirûşma ‘Bi jinên perwerdekirî ber bi jiyana komînal ve’ hat lidarxistin. Konferansê li mala gel du rojan berdewam kir.
Destpêkê ji bo tevahî cangoriyên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê konferansê bi xwendina perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir. Piştre rapora du salan hat xwendin, rewşa siyasî û nirxandina kar û xebatên ku di du salan de hatine meşandin, hat kirin. Her wiha di konferansê de rêzikname û pêşnûmebiryar hatin xwendin û ji bo erêkirinê hatin pêşkêşkirin. Bi wê ve girêdayî desteya disiplînê hat hilbijartin û erêkirin.
Herî dawî jî axaftina girtinê ji aliyê hevberdevka Qada Perwerdeyê Hêlîn Kara ve hat kirin.
‘Nêrînên ku di konferansê de derketin ji bo demên pêş dibin ronahî’
Hêlîn Kara konferansê di şexsê şehîd Têkoşîn Dilgeş de diyarî tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê kir û ev tişt got: “Li gorî konferansên derbasbûyî ev konferans xwedî asteke cudatir bû. Bi perspektîf û raporên ku hatin dayîn her wiha bi nêrînên ku derketin ji bo demên pêş, bêguman ronahiyek ava bû. Tevî hemû nebesiyên heyî, hêvî û baweriya ji perwerdeya wargehê tê dîtin, hêz û enerjiya îro heye wê di demên pêwist de li cihên cuda bibe pêşerojek ronî. Ango xwedî vê hêz û biryarê ye. Em ji bo xebatên ku hatine meşandin destxweşiya hemû mamosteyan dikin û serkeftinê ji hemûyan re dixwazin.”
Konferans bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.