Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê ji bo Îranê bang kir

Komîteya Mafên mirovan a NY’yê der barê Îranê de raporek amade kir û daxwaz kir ku ji bo jin û zarokên keç ji hemû cureyên tundiyê werin parastin zagon bên derxistin û yekîneyên ‘polîsên exlaq’ werin rakirin.

Navenda Nûçeyan- Komîteya Mafên mirovan a Neteweyên Tekbûyî (NY) encama rapora ku der barê Îranê de amade kiribû, bi daxuyaniya çapemeniyê fikarên der barê tiştên ku li welat diqewimin de aşkere kir.

Li gorî nûçeya Reutersê; Komîteyê rewşa mafên mirovan a li Îranê girtiye dest, pêşniyar kir ku rêveberiya Tahranê rêziknameyek zagonî amade bike û ji bo jin û zarokên keç ji her cure tundiyê biparêze bixe meriyetê. Di heman demê de xwest yekîneya ‘polîsên exlaq’ were rakirin.

Li Îranê pêkanînên ‘polîsên exlaq’ bi taybetî di Îlona sala 2022’an de bi qetilkirina Jîna Emînî re careke din ket rojevê. Piştî vê qetliama ku li welat bû sedema serhildaneke berfireh, bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Tundiya ‘polîsên exlaq’ piştî bi mehan di serê meha Cotmeha îsal de bi derbkirina Armîta Ground a 16 salî re li metroya Tahranê careke din ket rojeva cîhanê. Piştî derbkirinê Armita Ground a ku bi giranî birîndar bû, ket komayê piştî 28 rojan jiyana xwe ji dest da. 

Komîteya mafên mirovan a NY’yê der barê vê yekê de rapor ama dekir û wiha got: “Dewleta alîgir divê zagonek berfireh a ku bi zelalî li ser tundiya nava malê, destdirêjiya zayendî ya di zewacê de û sûcên ku bi navê ‘namûsê’ tên kirin bi awayekî vekirî bipejirîne.” Komîteyê di heman demê de got ku divê Îran zagon û siyastên ku kesên nixumandina mecbûrî pêk naynin weke sûcdar dîtina wan biguherîne û ji bo vê jî divê ‘polîsên exlaq’ ji holê bên rakirin.