Komîteya Lihevanînê ya Helebê Dayê Eqîde bi bîr anî
Komîteya Lihevanînê ya Kongra Star bi boneya duyemîn salvebera bîranîna Meclisa Edaleta Jin Dayê Eqîde daxuyanî da.
Heleb– Bi wesîleya duyemîn salvegera Meclisa Edaleta Jin Eqîde Osman ku weke Yadê Eqîde tê nasîn ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê dewleta tirk ve li Serêkaniyê hat qetilkirin li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûryê çalakiyên bîranînê tên lidarxistin. Komîteya Lihevanînê ya Kongra Star jî bi boneya duyemîn salvebera bîranîna Dayê Eqîde daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya navenda Komîteya Lihevanînê a ku dikeve taxa Şêx Meqsûd a Xerbî hat dayîn. Bi dehan endamên sazî û dezgehên sivîl û en damên Kongra Star di daxuyaniyê de amade bûn. di daxuyaniyê de alên Kongra Star û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan û Dayê Eqîde hetibû hildan. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Komîteya Lihevanînê ya Kongra Star Emîne Şêxo ve hat xwendin.
Emîne di serî de Yadê Eqîde bi bîr anî û got: “Em weke Meclisa Edaleta Jin êrîşên dewleta tirk û hovîtiya wê li ser kurdan bi taybet li ser jinan bi tundî şermezar dikin. Di encama êrîşên li ser Serêkaniyê dayika Eqîde bû hedefa dijmin û şehîd ket weke îro du sal li ser şihadeta wê re derbas dibe di şexsê wê de em hemû şehîda bi bîr tînin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin. Dayika Eqîde dema bi gelê Herêma Cizîrê re weke mertalên zindî derbasî Serêkaniyê bûn ji bo ku piştgiriya gelê Serêkaniyê û şervanên ku di wir de li dijî çeteyan şerdikin bikin. Ev dayik di destê xwe de çek ranekiribû û ne tiştek tenê dixwest aştî û ewlehî pêk were û herêma wan nekeve bin destên dagirkeran.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyana azadî” bi dawî bû.