Komîteya Koçberên Serêkaniyê sûcên dewleta Tirk eşkere kir

Di bin dirûşma “5 sal ji dagirkerin, koçberkirin û herêmên dagirkerî ji aliyê mirovî û zagonî ve mexdûr bûne û sûcdar bêceza mane” de Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyaniya çapemeniyê da û sûcên dewleta Tirk ên 5 salan aşkere kir.

Hesekê – Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin, di encamê de bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Bi boneya salvegera 5’emîn a dagirkirina Serêkaniyê Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Fatma Mecîd ve li dibistana Waşokanî ya Kampa Waşokanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de sûcên ku di nava 5 salan de dewleta Tirk li Serêkaniyê pêk aniyê hat eşkerekirin. Li gor daneyên ku Komîteya Koçberên Serêkaniyê kom kiriye di nav 5 salan de; 11 jin hatine tecawizkirin, 72 kes hatine windakirin, 72 teqîn pêk hatine, ji sedî 87 xelkên xwecihî hatine koçberkirin. 6 hezar hezar mal hatine talankirin, hezar û 700 dikan vala mane, 3 hezar malbatên ji derve li Serêkaniyê hatine bicihkirin. Nêzî  hezar û 112 kes hatine darvekirin, qetilkirin û îşkencekirin û li 3 gundên wê çete madeyên hişbir diçînin. Her wiha hat destnîşankirin ku ji ber polîtîkayên guhertina demografyayê li Serêkaniyê 45 ji zarok, kal û pîrên Kurd dijîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Pênc sal di ser dagirkerî, talankirin û koçberkirina sîstematîk, bi hemû sûcên şer ên hovane yên ku li herêmên dagirkirî hatine kirin derbas dibe û daxwaza gelên xwecihî yên ku bi darê zorê ji cih warên xwe koçber bûne hê jî pêk nehatiye ku ew jî vegereke bi ewle ye. Civaka navneteweyî erkên xwe yên ku di mafên navneteweyî û zagonên mirovî yên navneteweyî de hatine destnîşankirin, bi cih nayne, ev yek jî dide diyarkirin ku bêwatebûna pergala navneteweyî ya bi eşkereyî dadmendiya bijartî li gorî ‘berjewendiyên hev’ pêk tînîn û nîşan didin.

5 salên dagirkeriyê

Şêniyên Serêkaniyê bi berdewamiya polîtîkaya bişaftin, koçberkirin û wêrankirina civak û dîrokî re ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çekdarên wê ve dikevin sala şeşan a ji destpêka dagirkeriyê ve. Ji ber operasyonên koçberkirina bi darê zorê li dijî xelkê xwecihî û desteserkirina mafên koçberan, ji bilî binpêkirin û tawanên hovane ku ji aliyê çeteyên di bin rêveberiya artêşa Tirkiyeyê de tên kirin, şûnwarên bajar û dîroka wê, bi kuştin, talan, girtin, windakirinên bi darê zorê, desteserkirina mal û milkên mirovên ji cih û warên xwe bûne û avakirina şebekeyên bazirganiya mirovan û bazirganiya hişbir di nav xwe de dihewîne. Ji bilî xurtkirina siyaseta niştecihbûnê bi bicihkirina malbatên rêxistinên terorîst ji herêmên cuda yên Sûriyeyê û ji derveyî Sûriyeyê li malên gelê xwecihî.

‘Gef û êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin’

Tehdîd û êrîşên leşkerî yên dewleta Tirk ên vê dawiyê ji bo dagirkirina herêmên din ên Sûriyeyê, bi giranî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemwext pênc sal in di ser dagirkirina bajêr re derbas dibe lê dîsa jî ji bo pêkanîna planên xwe li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê û neçarkirina şêniyên xwecihî ku mal, gund û bajarên xwe biterikînin û derfetê bidin dagirkeranli ser erdê guhertineke demografîk a rast û radîkal çêbike. Ji ber vê yekê Komîteya Koçberên Serêkaniyê careke din bang li civaka navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û dewletên garantor ên li Sûriyeyê dike ku bi van erkan rabin:

*Ya yekemîn, şermezarkirina dewleta Tirk piştî îsbatkirina tevlibûna xwe ya rasterast di gelek tawan û binpêkirinên li dijî gelên herêmên dagirkirî de û rawestandina siyaseta Tirkkirin, guhertina demografîk, wêrankirina şûnwarên bajêr û hewldana jiholêrakirina nasnameya wê.

*Ya duyemîn; divê civaka navdewletî erkên xwe bi cih bîne û ji erkên xwe yên zagonî, mirovî û exlaqî dûr nekeve ji bo pêkanîna aştî û ewlehiya navdewletî û parastina sivîlan.

*Ya sêyemîn; ji bo têkbirina bêîstîqrariya li Sûriyeyê bixebitin, bi cidiyet û berpirsiyarî li ser mijara Serêkaniyê û bajarên din ên dagirkirî û gundewarên wan kar bikin û biryarek bigre ku mafên vegera xelkên resen ji vegera ewle, bêyî amadebûna hêzên leşkerî an jî dagirkeriyê.

*Ya çaremîn; kêmkirin û bisînorkirina rola dewleta Tirk di dosyaya Sûriyeyê de û ev pêngav weke destpêkek cidî ji bo qonaxa aştiyê li Sûriyeyê tê dîtin, da ku atmosfera avakirina baweriyê di nav Sûriyeyiyan de û destpêkirina diyaloga Sûrî-Sûrî çêbibe.

*Ya pêncemîn; pêwîstiya piştgirîkirina mafên gelên xwecihî yên vegerê li ser cih û warên xwe li gorî rêzikname û pîvanên peymana Neteweyên Yekbûyî û girtina rê li ber guhertina demografîk ku Tirkiye di desteserkirina erdên bajêr de bişopîne û rê nede Tirkiye çekdaran ji derve û hundir bîne herêmên dagirkirî.

*Ya şeşemîn; piştgiriya pêwîst ji bo koçberên ku li kamp û navendên di bin şert û mercên zehmet ên jiyanê de dijîn heta ku ew bi ewle vegerin bajarên xwe bêyî dagirkerî û terorê.”

Li Serêkaniye sûcên dewleta Tirk

Piştî daxuyanî bi dawî bû stratejî û armancên Komîteya Koçberên Serêkaniyê hat eşkerekirin ku her dem bang kir û karkirin ji bo têkbirina dagirkeriyê kar û xebat bidin meşandin, sûcer şer û binpêkirinên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî werin eşkerekirin û belgekirin, bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku êrişên dewleta Tirk êrîşekî dijmirovî were dîtin, ji bo vegera xelkên Serêkaniyê kar û xebat were kirin, şermezarkirina siyasetên qutkirina avê, piştgiriya koçberan û alîkariya wan di karkirin û piştgiriya qada perwerdeyê, banga rêxistinên mirovî ji bo alîkariya kampa Serêkaniyê û Waşokanî, bang li Rêvberiya Xweser ji bo piştgiriya xebatên xizmetguzariyê li kampa Waşokanî û Serêkaniyê û avakirina komîteyek ji koçberan ku bikaribe deng û êşa koçberan derxîne dervayî welet.