Komîteya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komxebatek li dar xistin

Komîteya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a herêma Efrînê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û projeya wekheviya gelan komxebatek li navçeya Fafîn a Şehbayê li dar xistin.

Şehba- Bi dirûşmeya "Azadiya Rêber Apo dê Rojhilata Navîn bike qadê ji qadên biratiya gelan" Komîteya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a herêma Efrîn-Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê komxebatek ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna projeya wî ya wekheviya gelan li hola navenda çand û huner a navçeya Fafîn a girêdayî kantona Şehbayê li dar xistin. Di vê komxebatê de 120 endam û nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, kesên hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anîne, Rêxistina Kongreya Star, Meclîsa Malbetên Şehîdan beşdar bûn. Hola komxebatê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin. 
"Rêber Apo hêviya hemû gelan e"
Komxebat bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir. Pişre beşê yekemîn li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Endamê Komîteya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Arif Şêxo ve hate xwendin wiha bû: "Fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo jiyanek wekhev û demokrat derket holê û ji bo bi dest xistina azadiya gelan tev digeriya. Azadiya Rêber Apo girînge ji bo gelê Rojhilata Navîn û bi taybet gelê kurd ku her tim rastî qirkirin û binpêkirinan tên. Erka me ya sereke jî ewe ku xwedî li vê felsefeyê derbikevin û hebûna xwe îsbat bikin. Rêber Apo hêviya hemû gelan e. Komploya ku di kesayeta Rêber Apo de hatiye meşandin bi berxwedana gelan û wekheviya di nav civakê de vala derket û pilanên dewletên navnetewî têk çûn."
"Bingeha fikirê Rêber Apo Netewa Demokratîk e"
Beşê duyemîn ji komxebatê yê li ser projeya wekheviya gelan ku ji aliyê eNdama Komîteya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Şêrîn Reşîd ve hate xwendin wiha bû: "Rojhilata Navîn ji dîrokê û heya vê kêliyê her tevahî pêkhateyên civakê di nav xwe de dihewand û tevahî cîhan ketin nav liv û tevgerê ji bo çareseriyê ji pirsgirêkên xwe bibînin. Di pêvajoya ku cîhan tê re derbas dibe vejiîna Rêber Apo bû hêviya tevahî gelan bi taybet gelê Rojhilata Navîn û asta mirovahiyê bi fikira xwe bi pêş xist, felsefeya Rêber Apo bingeha xwe ji jiyana wekhev û projeya Netewa Demokratîk digire." 
Di derbarê her du beşan de deriya nîqaşê ji aliyê endamên ku amade bûne hate vekirin û nêrînên xwe anîn ziman. Di dawiyê de encama nîqaşan hate girtin û nirxandin di derbarê wê de hatin kirin.
Endama Komîteya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêvî Silêman axivî. Hêvî di nav gotinên xwe de tekez kir ku armanca wan ji vê komxebatê ewe ku fikir û felsefeya Rêber Apo di herêmê de bêhtir belav bikin û pêş bixin û wiha vegot: "Armanca me li dar xistina komxebateke wiha ew e ku em bêhtir fikir û felsefeya Rêber Apo di herêmê de belav bikin û zêdetir bixin meriyetê. Pirsgirêkên ku civak tê re derbas dibin giştî bi ramana Rêber Apo em dikarin çareser bikin û xwedî li wê fikirê derbikevin. Îro civaka Efrînî û Şehbayê bi hev du re di bin saya ramanê Rêber Apo dijîn û êşa hev derman dikin, ev jî wekheviya gelan û projeya Netewa Demokratîk ku Rêber Apo ji bo wê tev digere, derdixe pêş. Bi rêya vê komxebatê em hewil didin bibin hêza çareseriyê ji pirsgirêkan re. Ev bû 22 sal Rêber Apo di bin tecrîdek girankirî re derbas dibe ji aliyê hêzên hegomanîk ve. Di Şehbayê de dewletên dagirker hewil dan rêya qirkirin û tunekirinê li ser civakê bidin meşandin lê beramberî wê me rêya aramî û azadiyê di bin fikirê Rêber Apo de hilbijart û li dijî dagirkeriyê em bûn xwedî helwest."