Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê bang li meclisê kir

Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê ji bo rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne daxuyanî da û ji bo li meclisê civînek awarte çêbibe partiyên siyasî dawetî berpirsiyariyê kir.

Navenda Nûçeyan - Komîsyona Şopandina Girtîgeha Mêrdînê, têkildarî grevên birçîbûnê yên di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dest pê kir, daxuyaniyek da.

Gelek kes beşdarî daxuyaniya li avahiya Rêxistina Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) a Mêrdînê bûn.

‘Em naxwazin tabut ji girtigehan derkevin’

Dayika Aştiyê Besna Gunay a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku gelê Kurd bi komkujiyan tune nabe û banga bidawîkirina polîtîkayên şer kir. Besna, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Em dixwazin tecrîda li ser serokatiya me were rakirin. Em weke gelê Mêrdînê ji vir radigihînin ku em ê li dijî vê yekê çalakiya nobetê bidin destpêkirin. Em di ferqê de ne ku dereng jî mane. Em ê jî li hundir, li derve li her derê çalakiyan li dar bixin. Em ê xwedî li zarokên xwe derkevin. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Em dixwazin her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û tevli çalakiyan bibe.” 

Besna bal kişand ser bêhiqûqiyên li girtîgehan tên kirin û bi gotina “Bijî berxwedana zindanan” axaftina xwe bi dawî kir.

‘Li gorî protokolên greva birçibûnê nayê tevgerandin’

Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Lokman Emen ê pişt re daxuyanî xwend, diyar kir ku girtiyan bi bikaranîna mafê xwe yê Destûra Bingehîn ê Demokratîk dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Lokman, qala hevdîtinên xwe yên bi girtiyan re kir û anî ziman ku rêveberî vîtamîn, xwê û şekir nade girtiyan. Lokman, destnîşan kir ku li gorî protokola çalakiya greva birçîbûnê pêdiviya xwarinê nehatiye bicihanîn û bi lêv kir ku der barê girtiyan de lêpirsînên dîsiplînê hatine destpêkirin û ev pêkanîn bi şertên tecrîdê zêde bûne. 

‘Em daxwaz dikin ku pêşî li mirina kesan bê girtin’

Lokman, bal kişand ku divê di serî de mafê tenduristiyê, mafê jiyanê yên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bê parastin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê pêkanînên tecrîda giran bên bidawîkirin û Girtîgehên Tîpên F, S, Y û Ewlehiya Bilind bên girtin, îşkence û muameleya xerab were bidawîkirin, der barê berpirsyaran de lêpirsînên bi bandor bên destpêkirin, bêyî cihekariyê girtî bi awayekî adil werin darizandin, xwe bigihîjînin xizmeta tenduristiyê, şertên hîjyen, mafên çandî û civakî û hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re bikaribin pêk bînin, mafên wan ê jiyanê werin parastin û pêşî li mirinê were girtin.”

‘Bang li meclisê kirin’

Lokman, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de tê girtin, li dijî normên hiqûqa navxweyî û hiqûqa navneteweyî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi bûyerên 8 salên dawî bi awayekî zelal hatiye nîşandan ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêdiviyeke û îsrarkirina di şer de tu feydeyê nade welat, berovajiyê vê zirarê dide. Di vê wateyê de rol û mîsyona birêz Abdullah Ocalan a di çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd de bênîqaş e. Di vê çarçoveyê de em bi bîr dixin ku girtiyên di 27’ê mijdara 2023’yan de di greva birçîbûnê de ne, daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û rakirina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan dikin û em destnîşan dikin ku daxwazên wan daxwazên me ne. Di serî de Wezareta Dadê Komîsyona Lêkolînan a Mafên Mirovan a Meclisê, rêxistinên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî vedixwînin ku berpirsyariyê bigrin ser xwe. Her wiha ji bo ku banga civîna awarte li meclisê bê kirin em partiyên siyasî vedixwînin ku berpirsyariyê bigrin ser xwe.”