Komeleyeke Mexribî kêmbûna xebatên jinan di bazarê de eşkere kir

Di pêvajoya coronayê de rêjeya karmendên jin di bazarên Mexribê de gelek kêm bûye. Jinên ku malbatên xwe di aliyê aborî de xwedî dikin tengaviyan dijîn.

Mexrib - Rêjeya çalakiya jinan di sala 1999'an de ji sedî 30.4 bû, di sala 2020 bû ji sedî 19.9 li Mexribê. Ji ber Koronayê kêmbûneke pir mezin di rêjeya çalakiyên jinan de çêbû. Ev yek bi rêka raporeke ku di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ji aliyê Komeleya Dîmokratîk a jinên Mexribê ve hate eşkere kirin.
Komeleyê got ku rastiya aborî û civakî ya jinan yek ji nîşanderên neteweyî yên xemgîne di derbarê rewşa jinan de li Mexribê. Di rapora xwe de, komeleyê rewşa metirsîdar a bazara kar ji jinan re eşkere kir, ku malbatên jin wan birêve dibin ji qeyrana tenduristiyê û encamên wê yên aborî bêtir bandor dibin.
Tedbîrên pêwîst nehatine girtin
Komeleyê tekez li ser siyaseta giştî ya tekoşîna li dijî şîdeta li ser jinan kir û destnîşan kir ku wê nikarîbû parastina jinan di warê çavkaniyên mirovî, tedbîrên qanûnî û parastina pêwîst ji bo birêvebirina rewşa awerte ya krîza tenduristî de bigirin. Lê belê ji dûr ve alîkariya pêwist neda di demê ku li hemû deverên cîhanê şidet li ser jinan dihate meşandin, her wiha li gorî çavkanî ku tundiya li ser jinê bandoreke derunî çêdike dibe sedem ku metirsî û tevliheviya xewê, waswasî û tirisê bijîn li gorî ku di rapora dawî ji EL-Samya ji bo oîlanamê hatibû. 
Komeleyê hizir kir ku komên mezin ên jinên Mexribî ji bo dereng tescîlên aliyatên hewce û dabînkirina hemwelatiya tam de, berdêl dane, li ser vê yekê Komîsyona Parîteyê û têkoşîna li dijî her cûreyên cûdakariyê mestir bikin, pêşvexistina polîtîkeya giştî yên ku wekheviyê di pîvanan wê de ya xakî de garantayî, zûtir bikin û refradoma qanûnî cihê kar bilezkirin.
Her wiha komeleyê bang kir ku ji bo vê astengiya ku kiryrıya wekheviyê diya dike û çareser dike, xala hişyariyê ya ku ji hêla Konseya Aborî, Civakî û Hawirdorê ve hatî derxistin ji bo rastkirina rewşa heyî ya ku jinên Mexribî dixe nav sînorên pêşkeftinê li ber çavan bigirin.