Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê girtina rojnamegeran şermezar kir
Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê binpêkirinên azadiya fikir û çapemeniyê li Tirkiye û Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê bidaxuyaniyekê binpêkirinên azadiya fikir û çapemeniyê li Tirkiye û Başûrê Kurdistanê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bûyerên dawî yên der barê binpêkirina azadiya fikir û çapemeniyê li Tirkiye û Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Girtina rojnamevan Firat Can Arslan, Delal Akyuz û Sîbel Yukler a li Tirkiyeyê nîşan dide ku Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye girtîgehek.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandina li ser girtina rojnameger Şerwan Şêrwanî li Başûrê Kurdistanê û wiha hate giotin: “Her wiha birîna cezayê çar salên din ên girtinê li rojnamevan Şerwan Şêrwanî li Başûrê Kurdistanê weke xerabûna rewşa azadiya çapemeniyê ya li Başûrê Kurdistanê ye.”
Komeleyê Rojnamevanan a Kurdistanê xwest rojnamevanên girtî tavilê bêne berdan û azadiya çapemeniyê bê parastin û got: “Rojnamegertî ne sûc e, mafek e û ev maf divê di her şert û mercî de bê parastin.”