Komeleya Mafên Mirovan ji bo Roja Cîhanî ya Penaberan daxuyanî dan

Bi boneya Roja Cîhanî ya Penaberan Komeleya Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê li ber navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişloyê daxuyanî da.

 
Qamişlo – Di 20’ê Hezîrana sala 2000’an de, Neteweyên Yekbûyî (NY) ev roj weke Roja Cîhanî ya penaberan, ragihand. Îro bi boneya vê rojê Komeleya Mafên Mirovan ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyanî da. Daxuyanî li ber navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya taxa Siyahî li bajarê Qamişlo bi tevlibûna endamên sazî û dezgehên civaka sivîl hat dayîn. 
Kesên ji penaberiyê re rojek veqetandine, ew bi xwe mirovan koçber dikin
Di daxuyaniya ku ji aliyê rêvebera Komeleya Mafên Mirovan Evîn Cuma ve hat xwendin de wiha hat gotin: “Îro 20’ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Penaberan e. Wekî tê zanîn ii Sûriyeyê alozî û şerekî pir dijwar heye, ji ber vî şerî bi milyonan mirov ji ser xaka xwe koçber bûn û li deverên bi ewle bi cih bûn. Kesên ku ji penaberiyê re rojek veqetandine, ew bi xwe şer û êrîşan li ser civakan didin meşandin û dibin sedema bingehîn a penaberiyê. Îro bi sedema êrîş û dagirkeriya dewleta tirk li ser axa me bi hezaran mirovên me ji bajarên xwe koçber bûn. Pêwîst e ji penaberiyê re ne rojek tenê bê hilbijartin, divê bi dawî bibe û mirov vegerin ser axa xwe. Êşên penaberiyê pir zehmet in û mirovên li Sûriyeyê ji vê rewşê westiyane. Di Roja Cîhanî ya Penaberan de em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku bi erka xwe rabin û dawî li rewşa penaberiyê bînin, da ku mirov bi aramî û azadî li ser axa xwe bijîn.”