Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê ji bo Zirganê banga xwedîderketinê kir
Dewleta tirk û çeteyên wê ji 14’ Tebaxê ve êşîr li ser xeta sînor ê derdora Zirganê zêde kirine. Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma da zanîn ku dewleta tirk êrîşî 9 gundan kiriye, gelek top li malên welatiyan ketine, heta niha jinek û zarokek jiyana xwe ji dest dane, 11 welatî jî birîndar bûne.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo - ji 14’ Tebaxê ve dewleta Tirk li ser xeta sînor a aliyê navçeya Til Temir û bajaroga Zirganê yên Hesekê êrîş zêde kiriye. Di encama êrîşan de gelek top bi malên welatiyan ketine jinek û zarokekê jiyana xwe ji dest dane û 11 sivîl jî birîndarbûne. Têkilîdarî mijarê, Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma û xizmên kesên di êrîşê de birîndar bûne axivîn.
“Li gorî zagonên navdewletî ev kiryar sûcên şerin”
Evîn da zanîn ku bombebaran li ser 9 gundan tê kirin û di encamê de kuştî û birîndar hene û wiha pêde çû: “Erîşên dewleta tirk û çeteyên pêve girêdayî li ser herêmên nêzî Serêkaniyê di vê dema dawî de zêde bûne. Li aliyê Til Temr, Zirgan û gundewarên wê ji 14’ê Tebaxê ve êrîş ne sekinî ne. Di encama tobarana 14’ê Tebaxê li aliyê Til Temirê de jinek a temenê wê 37 salî birîndar bû. Her wiha di 17’ê Tebaxê de jî êrîş li ser Zirganê dijwar bû û zêdetirî 50 mortik û top li malên sivîlan ketin. Di encamê de jinek û zarokekê jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên Dirbêsiyê, Hesekê û Qamişlo. Kesên di wan gundan de dijîn tên hedefgirtin ji malên xwe direvin tev malbat û ajalên xwe li gundên derdor ê belav dibin. Armanca dewleta Tirk ji van êrîşan ewe bi tirsandin û bêzrakirinê herêmê vala bike. Li gorî zagonên navdewletî ev kiryar sûcekî şere ji xwe êrîşa li ser sivîlan, destdanîna li ser mal û milkên şêniyan û guhertina demgrafî jî dikeve nava sucên şer.”
Evîn bal kişand li ser polîtîkayên dewleta tirk di valekirina herêmê û bicihkirina çeteyan û wiha domand: “Em wekî Komeleya Mafê Mirovan, dengê xwe dighînin hemû Komeleyên Mafê Mirovan ên Navnetewî û dewletên xwedî biryar ku van êrîşan li ser gelê sivîl bisekinînin. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze herêmê vala bike. Banga me ew e ku zextek li dewleta Tirk bibe da ku ev êrîş rawestin û dagirkeriya wê li ser erdê Sûriyeyê werê seknandin û vegerandina milet li ser erda xwe bi rengekî ku werin parastin ne ku rastî êrîş û kuştinê werin.”
“Zarokên min birîndar bûn”
Koçbera Serêkaniyê Kelsûma Remezan a du salin li Zirganê penabere jî êşa xwe wiha anî ziman: “Saet 8’ê êvarî bombabaranê dest pê kir. Me mecal nedît ji malê xwe derkevin, topek li mala me ket û ban hemû anî xwar, zarokên min jî birîndarbûn. Ev cara duyemîne malê bi ser serê me de tînin. Rêxistinên navdewletî ji bi me re ne alîkar e, ku em ji xwe re nekin tu kes tiştekî nake.”