Komeleya Jinên Urdunê li hemberî zewaca temenê biçuk bertek nişanda
Li Urduna zewaca temenê biçuk lê zêde ye saziyên civaka sivîl û Komeleya Yekîtiya Jinên Urdunê xwestin zewaca temenê biçuk weke bazirganiya mirovan bê dîtin û her kes li hemberî vê xwedî hewlwestbin.
Navenda Nûçeyan – Yek ji welatên zewaca temenê biçuk lê zêde Urdune. Sala 2019’an palementoya welat temenê zewaca zarokan ji 15 kiribû 18 salî, lê dîsan jî nekarî bi giştî pêşiya zewaca temenê biçuk bê girtin. Saziyên civaka Sivîl û Komeleya Yekgirtina Jinên Urdunê li hemberî zewaca temebê biçuk rabûn û daxwaz kirin ku zewaca zarokên keç ên dibin 15 saliyê de weke bazirganiya mirovan bê dîtin.