Komeleya Jinên Tûnisê nerazîbûn nîşanî êrîşa li ser Ebîr Mûsî da
Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê di daxuyaniyekê de bûyera tundiyê ya ku li parlamentoya Tûnisê qewimî û têde siyasetmendar Ebîr Mûsî hat hedefgirtin şermezar kir.
Tûnis – Piştî Cîger El-Sehbî Semare êrîşî Seroka Bloka Partiya Destûra Azad Ebîr Mûsî kir, Komeleya Hilbijêrên Jin û Mêr a Tûnisê bang li gel kir ku baweriya xwe ji nûnerên ku tevlî tundiya li ser jinan bûne neyinin. Her wiha komeleyê bang li Parlementoyê kir ku êdî li hemberî şîdeta li dijî jinan a li ber çavê wan tê kirin bêdeng nemînin.
Komeleyê tekez kir ku pêdivî ye ku Serokatiya Meclîsa Nûnerên Gel hemî tedbîrên lezgîn û pêdivî pêheyî bigire da ku ewlehiya nûnerên jin bê girtin û bûyerên bi vî rengî pêkneyên.
Komeleyê daxwaz kir ku hewceye zagona jimare 58 were cîbicihkirin bi raghandina dozgeriya giştî û agahdarkirina wê ku şîdeta berbiçav û eşkere li parlamentoyê dubare dibe û her wiha bang kir ku ji bo pêşîlêgirtina bûyerên bi vî rengî, gavan bavêje.
Her wiha komeleyê bang li Komeleya Famînîst kir ku li hemberî van bûyerên ku li dijî jinan pêk tên bisekinin.