Komeleya Jinên Mewzûn bi projeyan 'astengiyan' derbas dike

Li Xezayê Komeleya Jinên Mewzûn bi projeyên pêktînin re ji bo jinên çavên wan nabîne bi hêztir beşdarî jiyana civakî bibin, menuyên restoranan veguherandin alfabeya Braille. Jinan ji projeya ku di 5 karsazên Xezeyê de tê pêkanîn razî ne.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Alfabeya Braille rêbazek alfabeyê ku di sala 1821’an de ji aliyê Louis Braille ve ji bo xwendin û nivîsandina mirovên çavên wan nabîne tê bikaranîne. Alfabe ji şeş xalên neqişandî ku li ser rêzek çargoşe ya bi du stûnan hatine rêzkirin pêkte. Di her stûnekê de sê xal hene. Li Xezayê Komeleya Jinên Mewzûn bi projeyên pêktînin re ji bo jinên çavên wan nabîne bi hêztir beşdarî jiyana civakî bibin, menuyên restoranan veguherandin alfabeya Braille. Komele bi vê projeyê re armanc dike ku bi hêsanî gihandina jinan ji hemû qadan re xizmetên piştgiriya derûnî-civakî pêşkêş bike.

'Pêwîstiya jinan bi piştgiriyê heye'

Koordînatora Projeyê Haîfa Shuhaiber, diyar kir ku ev proje ji bo jinên astengdarên dîtbar edaletê pêk tîne. Haîfa Shuhaiber wiha got: “Yên ku xizmetê didin jinan, pêwîste xwe di aliyê zayendiya civakî de pêş bixin. Di xizmetên ku tên dayîn de divê pêdiviyên jinan bên zanîn û hestiyar bin. Tevî xizmetên hiqûqî, pêdiviya hemû jinan bi piştgiriya derûnî û civakî heye. Seansên hay ji hebûnê û seansên kesane an jî komî yê li ser mijarê girîng in. Divê jin bi van çalakiyan hestên xwe yên tepeserkirî vala bikin."

'Ragihandina jinan a edaletê girîng e'

Haîfa Shuhaiber der barê xebatên komeleyê de agahî da û wiha got: "Komeleyê, di nav wan de şêwirmendiya malbatê li dadgehên şerîetê û avakirina kapasîteya karkerên jin ên ku di yekîneyên sererastkirinê de li ser têgînên zayendî û çawaniya pêşkêşkirina xizmetê, gelek xebatên dewlemend dihewîne. Me ji herêmên cuda yên Şerîda Xezayê ji 60 jinan re, xizmeta piştgiriyê ya hişmendiya zayendiya civakî û qanûnî pêkanî. Ji herêmên cuda yên Şerîda Xezayê ji 80 jinan re bi metodolojiya birêvebirina dozê xizmetên piştevaniya derûnî û civakî pêşkêş kir. Bi kesên biryar dîtin re bi awayekî koordîne rezêk rûniştinên diyalogê pêkanîne, komxebata hişmendî kirinê hat pêkanîn. Li aliyê din, di mijara gihandina edaletê ya jinan û mafên wan de ji gelek beşên civakê agahî hatin dayîn. Em piştgirî ji bo komên ku ji bo kêmkirina tundiya li ser bingeha zayendiya civakî bi saziyên çapemeniyê re xebatên hevpar dimeşînin.”

'Cihêkarî rê pêvajoyên biryargirtinê asteng dike’

Haîfa Shuhaiber bal kişand ser cihêkariya civakî ya li dijî jinan û diyar kir ku cihêkarî bandorê li jiyana jinan dike û pêvajoyêk biryargirtinê ya jinan asteng dike. Haîfa Shuhaiber destnîşan kir ku projeya "Veguherandina menuya restoranan ya ji tîpên Braille re" ji bo jin û keçên xwedî pêdiviyên taybet girîng e.

'Em dixwazin bêyî alîkariya hawirdorê bigrin hewcedariyên xwe bi cih bînin'

Koordînatora Komeleya Jinên Mewzûn Îman Ebû Foul jî der barê projeyê de wiha got: "Jinên ku astengiyên dîtinê ne di hilbijartina menuya resrtoran de zehmetiyan dikişînin. Ev rewş wan mehcûb dike û neçar dimînin ji kesên din alîkarî bixwazin. Me li ser vê yekê proje pêk anî. Em niha li Şerîda Xezayê di 5 restoran de tê pêkanîn. Armanca me ew e ku em jinên astengdarên dîtine bêyî ji derdore alîkariya bixwazin bikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin û tiştên ku dixwazin hilbijêrin. Em dixwazin di xizmetê de gihandinê de hêsan bikin. Armancek din a vê jî qezençkirina wan ya ji civakê re û bên rehabîlîte kirin.”

‘Projeyek mukemel e’

Sana Abû Samak a ku çavên wê nabîne jî, wiha axivî: "Fikra veguhertina menuya restoran ya ji bo alfebeya Braille mukemel e û şert û mercên jinên astengdar li ber çavan digre. Ev proje misoger dike ku jin û zarokên keç ên astengdar xwe bi ewle hîs bikin."